Pirs: Bapîrê min mir. 3 law û 4 keçên wî hene. Hevsera wî berê çûbû ber rehma Xwedê. Teqsîma mîratê divê çawa be?
Bersiv: Di rewşa ku mirov li pey xwe sê law û çar keçan bihêle de teqsîma mîratê wiha tê kirin: Her law bi qasî para du keçan digre. Di vê meseleyê de mîrat, 10 hisse tê qebûlkrin. Her keçek dê hisseyekê (bi tevahî 4 hisseyan) bigre. Her law jî dê du hisseyan (bi temamî 6 hisseyan) bigre.