Pirs: Hevaleke min heye, em bi hev re mesûd û dilşad in, lê belê çend roj berê ji min re behsa hin tiştan kir. Berî min, bi yekî re 5 salan derketiye û pê re ketiye munasebeta cinsî. Dibêje ku min şaşîtî kiriye û ez poşman im. Di dîn de gelo zewaca bi yeka wiha re caiz e?
Bersiv: Însan bi xwezaya xwe, bi awayê ku meyla wî li ser gunehan be hatiye çêkirin. Dinya jî mala îmtihan û ceribandinê ye. Tiştên curbicur, ên ku însan bikişînin bi bal gunehan û wî ji rêya rast dagerînin, dê derkevin pêşiya meriv. Di serî de “şeytan” tê. Şeytan da ku însanan ji rê derxe, heta roja qiyametê ji Xwedê Teala destûr stendiye. Ev rewş di Qur’ana Pîroz de derbas dibe:
“Îblîs got: “Heta roja vejînê, muhletê bide min.” Xwedê got: “Bêguman tu ji yên muhletdayî yî.” (Îblîs) got: Ji ber ku Te ez rêwinda kirim, ez sond dixwim ku ji bo wan ez ê li ser rêya Te ya rast rûnim. Piştre ez ê ji pêş wan û ji pişt wan ve, ji rastê wan û ji çepê wan ve teqez dê bême wan û Tu yê pirên wan jî şêkirdar nebînî!”[1]
Mîna ku di ayetê de derbas dibe, şeytan her daîm ji pêş, ji paş, ji rast û çepê meriv ve, bi ser însên de tê û bi vî awayî însan dixe heramî û gunehkariyan. Piştre dê çawa be? Ên ku ji kirinên xwe şerm û fedî dikin û poşman dibin, dê çi bikin? Di vir de Xwedê Teala saziya poşmanî û tobekirinê aniye. Ên ku ji kirinên xwe poşman dibin, divê bi şertê ku êdî li wî karî venegerin tobe bikin, xwe bispêrin mexfîret û efûya Xwedê û Xwedê jî dê wan bibexşîne:
“Herçî wan ên ku kiryarên nebaş kirin û piştre tobe kirin û bawerî anîn, bêguman Perwerdegarê te piştî wê pir gunehveşêr e, pir dilovîn e.”[2]
“Paşê, birastî Perwerdegarê te; ji bo yên ku bi nezanî guneh kirin, piştî hingê poşman bûn û xwe rast kirin, bêguman Perwerdegarê te piştî vê helbet pir gunehjêbir e, pir dilovîn e.”[3]
“Bêguman, li cem Xwedê tobeya ku tê qebûlkirin; encax tobeya wan ên ku ji nezanîn ve gunehan dikin û piştre jî di demeke nêzîk de tobe dikin. Ha Xwedê tobeya wan qebûl dike. Xwedê zana ye, karbinecih e.”[4]
“Bibêje: Gelî bendeyên min ên ku we li hemberî xwe (bi gunehan) sînor derbas kirine! Hêviya xwe ji rehma Xwedê nebirin! Bêguman Xwedê li tevekî gunehan dibore. Lewra, Ew pir gunehjêbir e, pir dilovîn e.”[5]
“Bêguman Ez, ji bo wî kesê ku poşman bibe, bawerî bîne û karê qenc bike, paşê di rêya rast re here, pir bexşende û tobepejrên im.”[6]
Mîna ku di ayetan de bi awayekî zelal tê dîtin, Xwedê, kesê ku ji kirinên xwe yên nebaş poşman bibe û karên qenc bike, dibexşîne. Gunehê ku we behsa wê kir, yek ji gunehên mezin ê ku Xwedê ew qedexe kiriye. Ne sirf kirina wî belbî nêzîkbûna bi bal ve jî hatiye heramkirin:
“Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[7]
Lê belê, dema meriv ji vê kirinê poşman bibe, tobe bike –Xwedê hez bike- ev guneh tê bexşandin. Tiştê girîng ku meriv rewşa xwe rast û durist bike û karên qenc bike. Zewaca bi yeka wiha re ji aliyê dînî ve tu mehzûrek wê tune ye.