Pirs: Min nivîsa we ya ku di derbarê enflasyonê de xwend. Di derheqê guherîna qîmetê pereyan de pirsek di serê min de çêbû. Hûn pereyan bi hêz û qîmeta wan a kirînê dinirxînin. Ma zêr mîna mal e? Zêr jî wekî mal radibe û dadikeve. Mesela eqrebayekî min çend sal berê zêr bi deyn girtibû û niha bihayê zêr pir rabûye. Bi çi awayî divê deynê xwe bide? Nerîna min ya şexsî, divê ku li gorî qaweta wê ya kirînê be. Lê belê di nivîsên we de zêr jî mîna mal tê jimartin. Li gorî zêr pere tê hesabkirin. Gelo vî deynî, divê ku bi heman gramî bide? Û eger zêr di destê wî de tune be, wê demê divê zêrê ku berî sê salan bi 3 milyaran bû niha bi 15 milyaran bikire û bide? Di vir de ma neheqiyek çênabe? Hal ew e ku zêr jî pere ye. Hûn dikarin vê mijarê ji me re şîrove bikin?
Bersiv: Du cur pere hene: Pereyê mal û pereyê îtibarî.
Zêr û zîv pereyê malî ne. Yanî taybetiya wan a peretî, qîmeta wan ji wan bi xwe ji xusûsiyetên wan ên madî tê; qîmeta wan li gorî gramên wan tên tesbîtkirin.
Lê belê, pereyên kaxiz ên ku di roja me de di rewacê de ne, pereyên îtibarî ne. Qîmeta wan, ne ji ber taybetiya (kaxiz in) wan e, belbî ji ber jimareyên ku ji aliyê deshilatdaran ve li ser wan tên nivîsandin (mîna du kaxizên bi heman mezinantî û hwd. li ser yekî qîmetê 10, li ser yê din qîmetê 100 hatiye nivîsandin) û ji hêza dewletê ya aborî (yanî ji xizmet û malên ku çêdikin) dertê holê.
Ji ber vê yêkê dema mal bi deyn tê stendin an jî li hember mal tê deynkirin, her çiqas bihayên wan malan biguhere jî dîsa divê ku mirov wan bi heman mîqdarî bide. Lê belê qîmeta pereyên îtibarî, ji ber ku temsîla mal dike (li gorî rêjeya mal) divê ku qîmeta wan jî li gorî wan malan bê hesabkirin.
Bi vê sedemê, deynên ku ji demeke dirêj ve nehatine dayin, tê tewsiyekirin ku ferqa enflasyonê bê hesabkirin. Şayed, zêr bi deyn hatibe stendin, divê bi heman mîqdar û bi zêritî bê dayin. Mîna 100 gram zêr hatibe stendin, -qîmeta zêr çi dakeve çi jî rabe- şert e ku dîsa 100 gram zêr bê dayin.
Prof. Dr. Servet Bayındır