Pirs: Xidirellez çi ye? Gelo di pîrozkirina vê rojê de tu pirsgirêk heye? Wê rojê tiştinan dixin ber koka gulan û daxwaza hin tişta dikin. Ma ev, batil e yan na?
Bersiv: Baweriya ku di roja xidirellez de vexwarina ava gul û çîçekên beyar û çolan dê şifayê bide nexweşan, bi fikra ku di şeva xidirellez de dê nûr li ser hemî avan bibare û kesê di wê şevê de bikeve avê, dê li hemberî temamê nexweşiyan xwe biparêze, di wê şevê de xwarin û vexwarinên li malê devê wan vekirî bên hiştin, nivînsandina daxwaziyên xwe di kaxizekê de û danîna wan li ber koka darên gulan û hwd. di dînê me de tu cihek ji wan re tune ye. Ev, ji kevneşopiya gel e.
Zanyariya dîrokî ya di derbarê vê de jî bi kurtasî wiha ye:
“Xidirellez, îbaret e ji navê Xidir û Îlyas ê ku di devê gel de ev şekil girtiye. Koka wê xwe dispêre dema berî Îslamê ji Asya Navîn, Rojhilata Navîn û cejnên havînê yên Anatolyayê, li dora têgeha Xidir an jî Xidir û Îlyas şeklekî dînî girtiye û bûye cejna gel. Navenda vê cejnê bi taybetî jî di nava Tirkên Anatolya û Balqan, Qirim, Iraq û Sûriyê de li gorî salnameya Gregoryen ya ku îro tê bikaranîn di 6’ê Gulanê de tê pîrozkirin.
Di nav gel de baweriya ku roja xidirellez, roja ku Xidir û Îlyas pêxember ên ku namirin yek li bejê, ê din li deryayê dijî alîkariya yên di tengasiyê de ne dikin û salê carekê tên cem hev, heye.
Tirkan 6’ê Gulanê, piştî ku hatin Anatolyayê yan jî bi îfadeyeke gelempertir piştî ku hatin Rojhilata Navîn, nas kirin. Lewra li cem Filehên Rojhilat kulta Ezîz Yorgî (Aya Yorgi, Hagios Georgios, Saint George) an jî Yeşil Yorgî di vê rojê de dihate pîrozkirin. Ev kulta ku li cem Filehên Rojhilat cihekî wê yê girîng hebû, bi borîna demê re bi kulta Xidir-Îlyas re bû yek û bi vî awayî di 6’ê Gulanê de li Rojhilata Navîn û Balqanan jî di encama hevbandoriya Fileh û misilman piştî ku kulta Ezîz Yorgî û ya Xidir-Îlyas ketin nav hev, hat pîrozkirin.”[1]
[1] Bo zanyariyên berfirehtir bnh. Ahmet Yaşar Ocak, “Hıdrellez”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XVII, 313-315.