Pirs: Xwedê Teala ragihandiye ku kesê nexweş an jî rêwî dikarin di meha Remezanê de rojî negire. Lê belê gava ew nexweş baş bibe û dema ew rêwî vegere mala xwe divê rojiya ku di meha Remezanê de negirtiye qeza bike. Heke di ‘îbadeta rojiyê de qeza hebe ma çima di nimêjê de tunebe? Ma herdu jî ne ‘îbadet in?
Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de ji bo kesên nexweş û rêwî ruxset daye ku di meha Remezanê de rojî negirin, lê belê diyar kiriye ku rojîgirtin ji bo wan hîn çêtir e. (Beqere, 2/184)
Di navbera nimêj û rojiyê de manendiyên ku mirov bikaribe qiyasa wan li ser hev bike tunene. Lewra femana nimêjê çi di nexweşî çi di rêwitî çi di ceng û çi jî di rewşên din de be bi tu awayî ji ser mirov ranabe. Lê qezakirina rojiyê, ne di halê ku mirov qesden biterikîne; li berevajî vê gava bi sedema nexweşî û rêwîtiyê nehatibe girtin piştre tê girtin. Tiştê ku qesden hatibe terikandin, li ser tiştê ku bi sedema ruxsetê hatiye terikandin nayê qiyaskirin.
Wekî din jî di ‘ilmê fiqhê de rêgeza “di ‘îbadetan de qiyas nabe” heye. Li aliyekî mirov bibêje ku di ‘îbadetan de qiyas nayê bikaranîn li aliyê din jî mirov nimêjê li ser rojiyê qiyas bike û hukmekî jê derxe bi rastî jî nakokiyeke dijwar e.