Pirs: Tê gotin ku dunya, zeviyê axretê ye. Hûn vê çawa îzah dikin?
Bersiv: Em Misilman, bawer dikin ku piştî mirinê em ê rabin ser xwe ango careke din sax bibin, ji ber kirinên xwe yên li dunyayê hesab bidin û heke me li ser baweriyê kar û ‘emelên baş kiribin em ê biçin bihuştê, li berevajî vê heke em bûbin gunehkar em ê biçin dojehê. Kesên bawermend, piştî ku sezaya kirinên xwe bikşînin, dê ji dojehê derkevin û bikevin bihuştê. Ev jî heye eger Xwedê Teala bixwaze, dikare gunehên wan bibexşîne û wan nexe dojehê. Lê belê yên kafir, dê her daîm di dojehê de bimînin û rûbirûyê ceza bibin.
Tiştê ku me li vir behsa wan kir ji bawerî, îbadet û karên baş û hwd. temamê wan ji tiştên ku li vê dunyayê tên kirin. Di encamê de kesên dê bikevin bihuştê, bi sedema kirinên xwe yên rind ên ku li dunyayê kirine tên xelatkirin.
Li aliyê din bêbawerî, neheqî, zordarî û gunehkarî jî ji tiştên xerab ên ku mirov li vê dunyayê dikin. Kesê kirinên bi vî awayî dikin jî, dê bi dojehê werin cezadayin. Ev, wekî mînaka kesê ku zeviyê xwe di wexta wê de biçîne, xizmeta zeviyê xwe bike, di dema wê de mehsûlê xwe rake û piştî ku ji bo xwarina xwe tiştê lazim hiland yê mayî bibe bazarê. Ev kes, teqez dê di zivistanê de dilaram û rihet be. Lê belê yên ku zeviyê xwe beyar bihêlin û amadekariya zivistanê mekin jî dê birçî bimînin.
Heke rewş wiha bê nirxandin, dê were fêhmê ku dunya çima zeviyê axretê ye.