Fetwayen Kurdi
Seyda delîla te çi ye ku cenabê te dibêje ji bo Pêxemberê me qurban nayê serjêkirin?

Seyda delîla te çi ye ku cenabê te dibêje ji bo Pêxemberê me qurban nayê serjêkirin?

Pirs: Cenabê te di bersiva pirseke li ser qurbanê de dibêje, “Ji bo Pêxemberê me (s.x.l) qurban nayê serjêkirin.” Ji kerema xwe tu dikarî ji bo vê gotina xwe çavkaniyekê nîşan bidî. Bi qasî ku ez dizanim “dikare bê serjêkirin” û li ser vê mijarê hedîseke bi vî rengî heye:  Hunnes(r.a)  dibêje. Min dît ku Hz. Elî du beranan ser jê dike û dema min jê pirsî  “Ev ji bo çi ne?” Hz. Elî ji min re got, “Resûlulleh wesiyet li min kiribû ku ji bo wî qurbanê bidim, ez jî wan ser jê dikim” (Ebû Dawûd, Edahî 2). Li gorî vê hedîsê em dibînin Cenabê Pêxemberê me bi xwe wesiyet kiriye ku em ji bo wî qurbanê bidin. Ez dixwazim cenabê te jî ji bo teza xwe çavkaniyekê nîşan bide.

Bersiv: Divê mirov pêşî bibêje navê rawiyê vê hedîsê ne Hunnes e, Haneş e. Ev hedîs di Tirmizî û Ebû Dawûd de jî cih digire. Riwayeta ku di Tirmizî de tê behskirin wiha ye:

Li gorî riwayeta ji Elî radiyellehû enhû, wî yek li ser navê Resûlulleh yek jî li ser navê xwe du qurban ser jê dikirin. Dema sedema vê, ji wî dihat pirsîn wiha digot, “Resûlulleh ji min re emir da, ku ez wiha bikim û ez ê tim bi vî awayî bikim û terka vê yekê nakim.”(Tirmizî, Edahî, 3)

Îmam Tirmizî ji bo vê hedîsê gotiye, “Ev hedîseke ecêb e, em vê hedîsê bes bi riwayeta Şerîk dizanin.”

Ev hedîs di Sunena Ebû Dawûd de jî bi vî rengî cih digire:

Haneş wiha gotiye: Min bi xwe dît ku Hz. Elî du beran bi hev re wek qurban ser jê kirin. Min (jê) pirsî, “Ev jî çi ye?” Wek bersiv ji min re got, “Resûlulleh( dema li heyatê bû) ji min re emir kir ku (piştî wefata wî) di şûna wî de qurbanekê ser jê bikim. Va ye ez jî di şûna wî de qurbanê ser jê dikim. (Ebû Dawûd, Dahaya, 2)

Ev hedîs pir zeîf e û mirov nikare pê emel bike.  Çimkî Ebu’l Hesna û Haneş b. el-Mu’temir di seneda vê hedîsê de cih digirin ku alimên hedîsan ji bo Ebu’l Hesna dibêjin, nasnameya wî mechûl e û ji bo Haneş b. el-Mu’temir jî dibêjin, “mirov nikare hedîsên wî wek delîl bi kar bîne”, “lawaz in”, “ne sexlem in”, “hedîsên ku wî bi tena serê xwe ji Hz. Elî riwayet kirine naşibin hedîsên rawiyên sîqe/ewle û loma mirov nikare hedîsên wî wek delîl nîşan bide.” Loma ev hedîs ne li gorî krîterên delîlê ye.

Li ser vê meseleyê di berhema el-Mubarekfûrî ya bi navê Tuhfetu’l-Ahwezî  de jî wiha tê gotin:

“Min hedîseke sahih û merfû nedîtiye ku dibêje di şûna kesê mirî de jî qurban tê serjêkirin. Hedîsa li ser vê mijarê ku ji Hz. Elî hatiye riwayetkirin zeîf e. Tevî ku wiha ye heke di şûna kesê mirî de qurbanek bê dayîn divê mirov wek îhtiyat(tedbîr) ji goştê vê qurbanê nexwe û hemûyê wek sedeqe belav bike.”

(ÇAVKANÎ: el-Mubârekfûrî, Tuhfetü’l-Ahvezî, Kahire, 2001, c: 4, r: 433-434, 1495. hadisin şerhi; es-Sehârenfûri, Bezlu’l-Mechûd fî Halli Ebî Dâvûd, Beyrut, trs, c: 13, r.10-11; Sünen-i Ebu Davud Terceme ve Şerhi, Necati Yeniel, Hüseyin Kayapınar, Necat Akdeniz, Şamil Yayınevi, İstanbul, 1990, c: 10, r: 465.)

Nîşe: Pêxemberê me dema hêj li heyatê bû wek qurban yek ji bo xwe yek jî ji bo kesên ji ummeta xwe ku derfata wan nîn bû, du beran ser jê dikirin. Lê ev mijar bi temamî cuda ye. Ji kerema xwe ji bo xwendina lêkolîna li ser vê mijarê ya bi navê NÎQAŞÊN DERBARÊ SERJÊKIRINA QURBANÊ YA LI SER NAVÊ ŞEXS AN JÎ MALBATÊ DE serî li lînka li jêrê bidin.

https://www.suleymaniyevakfi.org/fikih-arastirmalari/aile-adina-tek-kurban.html