Pirs: Di roja me de li ba bijîşkê diranan, diranên di navbera du diranên saxlem de bi diranên ji plastîk, krom, porselen û hwd. tên dagirtin. Da ku diranê dikeve navbera herduyan saxlem bimîne û ji cihê xwe nelive, herdu diranên saxlem jî tên qilifkirin û ji vê yekê re tê gotin “köprü” ango pir. Gelo li gorî mezhebê Henefî, ez dikarim diranê xwe bi vî awayî çêbikim?
Bersiv: Belê, hûn dikarin çêbikin.[1]