Pirs: Seyda, di mijara pereyê promosyona ku banka dide memûr/kardaran, we nerînek cuda aniye û hûn dibêjin “di stendina we de tu mehzûrek tune ye.” Pereyê ku ji promosyonê li kardaran tê belavkirin, encamê peymana ku saziyên dewletê bi bankan re dikin. Ango dewlet bi xwe bi bankan re peymanê çênake, vî karî ji saziyên xwe re dihêle. Banka jî pereyê min bi faîzê radizîne. Dahatuya faîzê bi navê promosyonê li gorî rêjeyekê dide min. Seydayên me yên din jî dibêjin ku stendina vî pereyi ne durist e. Ev jî heye, banka bê sebeb sirf ji bo ku mehane were stendin qirûş û metelikekê jî ji kara xwe nade. Lewra pereyê promosyonê ku tê dayin, ji bo memûrên ku herî kêm meaş distînin nêzî 600 lîreyan e. Ji bo karkeran jî nêzî 2 hezar lîreyan e. Em ferz bikin ku milyon û nîv karmend û bi qasî vî jî karker hene, eger banka ji kara xwe vî pereyî bide, ev tê mena ku banka îflas dike. Ango banka, faîza meaşê karmendan ku bi rojane di repoyê de radizîne bi navê promosyonê yan jî bi navê diyariyê li karmendan parve dike. Ev jî li dijî hesasiyetên ku we berê di fetwayên xwe yên di mijara faîzê de dane. Hûn dikarin vê mijarê rave bikin?
Bersiv: Di serî de ji ber hesasiyeta we, em spasiya we dikin. Lê belê, dema meriv xwe digihîne biryarekê, meriv ne li cihên wekheviyê belbî li aliyên cudabûnê dihizire. Em di vê mijarê de ji vê xalê hereket dikin, gelo di navbera bankayê û karmend de tu peyman hatiye kirin an na? Faîz, kara ku ji deyn tê bidestxistin. Ji karmendan tu yekî ku îro 100 lîre dabe bankê, da ku sibê 101 lîreyî jê bistîne tune ye. Ji vê bonê ji promosyona ku tê stendin re nayê gotin kara faîzê.