Pirs: Gava nîkaha dînî were birîn, ma divê mêr û jin pêre bi hev şaş bibib? An bê vê jî nîkaha dînî tê cî?
Bersiv: Piştî ku nîkah –li gorî şert û mercên pêwîst- hate birîn, êdî zewac dest pê kiriye. Piştî vê mafê mêr heye ku jina xwe bibe mala xwe. Ji bo duristbûna mahrê, gerdek û şabûna bi hev ne lazim e. Lê belê ev heqê han, piştî birîna nîkahê derdikeve holê.