Pirs: Di dînê Îslamê de pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, ma piştre dikare bi mêrê xwe yê berê re bizewice?
Bersiv: Îftidaya[1] ku li gorî qayde û pîvanên ku di Qur’anê de derbas dibin hatibe kirin, bi şertê nîkaheke nû, pîrek dikare bi mêrê xwe yê berê re bizewice.
[1] Bi kurtasî îftida, ku pîrek mehra di dema nîkahê de ji mêrê xwe stendiye, li hember berdanê lê vegerîne.