Pirs: Ma nexweşên gurçikê yên ku divê zor caran avê vexwin dikarin rojiyê bigrin?
Bersiv: Temamê nexweşên gurçikê, ne hewce ye ku her gav avê vexwin. Heta hin nexweşên gurçikê hene ku vexwarina avê li wan tê hacîrkirin. Lê belê di rewşên bi taybetî jî nexweşên ku di gurçika wan de ber heye û yên ku gurçika wan bi îtihab e tê tewsiyekirin ku gelek caran avê vexwin. Armanc jî zêdekirina mîqdarê mîzê ye (ji van nexweşên han tê xwestin ku di hundirê 24 saetan de herî kêm 1-1,5 lître mîz bikin). Ji bo vê jî divê ku mîqdarê şilaviya ku di gurçikê de ye bê zêdekirin. Heke na, ewqas mîz dernakeve der. Ji ber vê sedemê ye ku nexweşên ber di gurçika wan de heye yan jî bi îltihab e di rojê (24 saetan) de herî kêm divê lître tiştên mayî vexwin. Encax di rewşeke wiha de pêkan e ku 1-1,5 lître mîz were derxistin. Lewra nêzî 2 lître av ji bo hewcedariyên bedenê tên xebitandin (beşek jê jî bi rêya rovî û nefesê tê derxistin). Tiştê mayî jî bi awayê mîzê derdikeve der.
Çima li hin nexweşên gurçikê tê tewsiyekirin ku pir caran tiştên mayî vexwin? Lewra mîqdarê ku di gurçikê de dewrîdaîm bibe çiqas pir bibe mîqdarê mîzê jî ewqas zêde dibe. Wekî robarê ku debiya wê zêde bibe û kevir û kokên darê bi xwe re bibe, mîza ku mîqdarê wê zêde dibe jî ber, qum û îltihaba di gurçikê de bi xwe re diajo. Di encamê de jî ev maddeyên ku tên ajotin bi rêya mîzê derdikevin der.
Tiştê herî girîng ji bo zêdekirina mîzê, mîqdarê ku di hundirê 24 saetan de ji tiştên mayî (av, dew, şîr, şorbe û hwd) tê vexwarin. Gava ku ev mayîyên han di gavekê de jî werin vexwarin dibe ku heman fêdeyê pêk bîne. Ji ber vê ye ku heke nexweş di navbera dema fitar û paşîvê de mîqdarê kafî ji tiştên mayî vexwe, pirsgirêk dernakeve (herî kêm divê ku di rojê de mîqdarê mîzê danexin binê lîtreyekê). Ji bo bidesxistina vê armancê jî;
1) Divê ku di dema fitarê de bêhtir xwarinên mayî tercih bike,
2) Heta dema paşîvê serê her saetê qedeheke avê vexwe,
3) Di paşîvê de jî tiştên mayî gelek werin xwarin û vexwarin.
Bi kurtasî divê ku ji dema fitarê heta wexta paşîvê (digel xwarina fitar û paşivê jî) nêzî 2,5-3 lître ji tiştên mayî bixwe û vexwe. Ev rewş, -heke rewşeke awarte tunebe- derketina lîtrekeye mîz ji bo 24 saetan misoger dike. Lê belê heke nexweşiya emelî û tayê û hwd. hebe divê mirov hinekî bêhtir ji tiştên mayî bixwe û vexwe. Heke ev, bi sedema verşê û hwd. ji ber sedemên cur bi cur nayê kirin an jî rewşeke ku divê bi rêya demarê serûm were dayîn hebe –di vî hal– mirov dikare rojiya xwe taxîr bike, ango piştî meha Remezanê rojiya xwe bigre.
Çavkanî: Zeki Bayraktar, “Oruçlu Hastalar İçin Bazı Tıbbi Öneriler”, Kitap ve Hikmet Dergisi/Kovara Kitêb û Hîkmetê, Temmuz-Eylül Tîrmeh-Îlon 2015, Jimar: 10, rp: 18-19.