Pirs: Ez nexweşê kansêrê me û detawiya tîrojê dibînim. Di dema radyoterapiyê de divê ez xwe neşûm. Ev jî nêzî meh û nîvekê ye. Lewre ez nikarim xusla xwe rakim. Cihê ku tîroj lê dikevin, divê av negihîjê. Ma ez dikarim teyemum bigirim? Birastî ez nizanim ka ez ê çi bikim?
Bersiv: Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de wiha ferman dike:
“Xwedê her kesî bes li gorî hêza wî, wî binbar dike.”[1]
Di babeta mijarên dînî de Xwedê Teala tu zor û zehmetî li însanan bar nekiriye. Ew, wiha ferman dike:
“Xwedê naxwaze ji we re zehmetiyê derxe; lê belê dixwaze we paqij bike û qenciya xwe li ser we temam bike. Da ku hûn Wî bişêkirînin.”[2]
“Di mijara dîn de Wî tu zehmetî li we bar nekiriye.”[3]
“Li ser koran tu guneh tune ye, li ser seqetan tu guneh tune ye û li ser nexweşan jî tu guneh tune ye. Kî bi gotina Xwedê û Qasidê Wî bike, Xweda dê wî bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Kî jî li paş bimîne, Xwedê dê bi ezabekî dijwar wî ceza bike.”[4]
Eger di hundirê vê demê de divê ku av negihîje tu cihekî ji bedena we, wê gavê hûn dikarin teyemum bigirin. Ev, ji bo we hêsaniyek e ji aliyê Xwedê ve ye. Lê cihê tê tedawîkirin, eger biçûk be û şûştina deverên din dê zirarê nedê, ew der dê bi paçekî bê girêdan û cihê mayî jî dê bê şûştin. Jixwe şertê vê jî ev e ku zirarê nede tedawiya we. Eger zirarê bide, mîna ku me di berê got, divê hûn teyemum bigirin.
Bûyereke ku di serdema Pêzxember de (s.a.w) qewimiye û têkilatiya wê bi vê mijarê re heye wiha ye:
Li gorî ku ji Cabir kurê Ebdullah (x.j.q) hatiye ragihandin, wî wiha gotiye:
Em derketibûn rêwîtiyekê, kevir li zilamekî bi me re bû ket û serê wî şikand. Paşê vî zilamê han bi cenabet ket. Ji hevalên xwe pirsî: “Hûn ruxseta ku ez teyemumê bigirin dibînin?” Wan jî got ku: “Tu dikarî avê bikar bînî, em bo te ruxseta (teyemum girtinê) nabînin.” Li ser vê yekê, zilam serê xwe şûşt û di encama wê de mir. Dema em derketin hizûra Pêxember (s.a.w), ev bûyer jê re hate gotin. Li ser vê, Pêxemberê me (s.a.w) wiha got:
“Zilam kuştine, Xwedê jî wan bikuje! Madem nizanibûn, çima nepirsîn? Dermanê nezanînê, pirskirin e. Teyemum jê re bes bû. Divê birîna wî bi paçekî bihata girêdan û ser wê bihata mesihkirin, piştre jî tiştî mayî ji laş bihata şûştin.”[5]