Pirs: Di rewşa ku xwediyê kar destûra kirina nimêjê nede mirov dê di dema kar de çawa nimêjên xwe bike?
Bersiv: Kirina nimêjê fermana Xwedê Teala ye. Nekirina nimêjê, serhiladana li ber emrê Wî ye. Di babetên ku bêmeriya Xwedê Teala derkeve holê de, serî li ber tu kesî nayê tewandin. Bi sedema ku kardêr destûrê nade, mirov nikare dev ji kirina nimêjê berde. Lê belê di rewşên wisa de, nimêjên ferz bi tenê tên kirin, bi yên nafîle re mijûl nabe.[1]
Wekî mînak mirov çar rek‘etên nimêja nîvro yan jî ya ‘esir dê bike û piştre yekser here ser karê xwe. Di rewşên tengav de mirov dikare herdu nimêjan cem’ ango bi hev re jî bike. Li aliyê din bi tesbîh û duayên piştî nimêjê re mijûl nabe. Lê belê ya çêtir ku kardêr şert û mercên kar û xebatê li gorî wextên kirina nimêjan saz bike.
[1] Bnr: Îbn ‘Abidîn, Haşiyetu Reddi’l-Muxtar, Weşanên Kahraman, Stenbol 1984, c: 6 rp: 70, “Metleb Leyse li’l-Ecîri’l-Xassi en Yusalliye’n-Nafilete.”