Pirs: Zilam mir. Li pey xwe dê, bav, hevser û keçek hişt. Mîrata wî dê çawa bê teqsîmkirin?
Bersiv: Beriya her tiştî hevsera mirî ji heşta yekê mîratê digre. Hem ji dê û hem jî bav re -lê belê piştî derxistina para jinê ango ji heşta yekê ji mîratê- ji şeşan yekê digrin. Keç jî yê mayî (berê para xwe tiştê zêde jî bi rêya reddê) digre. Li gorî vê teqsîma mîratê wiha tê kirin:
Mîrat bi bal 48 hisseyan ve tê dabeşkirin. Hevsera mirî ji heşta yekê mîratê ango 6 paran/hisseyan digre. Ji 42 hisseyên mayî hem dê û hem jî bav 7 (bi tevahî 14) hisseyan digrin. Yê mayî jî keç digre.