Fetwayen Kurdi
Ma mêr dikare nehêle ku jina wî biçe serdana dê-bavê xwe?

Ma mêr dikare nehêle ku jina wî biçe serdana dê-bavê xwe?

Pirs: Ma mêr dikare nehêle ku pîreka wî biçe serdana dê û bavê xwe, an na? Mafê mêr yan jî malbata mêr di qedexekirina tiştekî wiha de heye? Li aliyê din, ma durist e ku jin, bê destûra zilamê xwe ji mala xwe derkeve û here serdana mala bavê xwe?

Bersiv: Berdewamkirina têkilatiya merivantiya bi xizman re fermana Xwedê Teala ye. Lewra Xwedê Teala di sûreyê Nîsa de wiha li me şîret dike:

Hay ji Xwedayê ku hûn bi navê wî tişta jihev dixwazin hebin û hay ji pêkanîna mafê xizman jî hebin.”[1]

“Ji Xwedê re bendeyiyê bikin û qet tiştekî jê re nekin hevpar. Li dê û bav û lêzimên xwe, li sêwî û belengazan, li cîranên nêzîk û yên dûr, li hevalên ba xwe, li rêwî û yên di bin destê we de ne, qenciyê bikin. Xwedê ji yê xwedbîn û qure hez nake.”[2]

Mafê lêzim, xizan û rêwiyan bide, lê îsrafê meke.”[3]

Sehabiyek dipirse: “Ma ez qenciyê bi kê bikim ya Resûlellah?!” Pêxember (s.a.w) wiha bersiv dide:Qencîkirina bi diya xwe, bavê xwe, xwişkên xwe, birayên xwe û yên li pey wan tên, erka te ye.” [4]

Di hedîseke din da Pêxember (s.a.w) wiha ferman dike:

Ew kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila îkrama mêhvanê xwe bike. Ew kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila li xizmên xwe qenciyê bike. Ew kesê ku baweriya wî bi Xwedê û roja qiyametê heye, bila tiştê bi feyde û bi xêr bibêje yan jî bila xebernede.[5]

Di derbarê mijara me de hukmê ku di pirtûkên fiqhê de derbas dibe wiha ye:

Mêr, bi şertê ku li mala wî ranezên û hefteyê carekê, hatina dê û bavê jina xwe nikare qedexe bike. Eger ku ew neyên, jin dikare rojên înê here serdana wan yan jî serdana zaroka/ê ku ji mêrê wê yê berê û tu mafê mêr tune ye ku jina xwe ji wî mafî mehrûm bike. Ku meriv ziyareta wan neke, dê bibe sedem ji bo dûrketin û qelsbûna têkiliyên xizman. Ji vê bonê ne caiz e ku meriv qedexe bike.”[6]

Peyva “roja înê” divê ku bi mena mêr herî kêm, heftê carekê destûra pîreka xwe bide, bê hêfmkirin. Ev destûr jî ne şert e ku teqez roja înê be. Di herî dawî de mafê tu kesî tune ye ku di rêya mafê ku Xwedê Teala daye mirovan de bibe asteng û li wan qedexe bike.



[1] Nîsa, 4/1.

[2] Nîsa,4/36.

[3] Îsra, 17/26.

[4] Buxarî, Edeb, 25.

[5] Buxarî, Edeb, 85; Muslim, Îman, 74-75.

[6] Ömer Nasuhi Bilmen, Hukuk-ı İslamiye ve Istılahat-ı Fıkhiyye Kâmusu, II, 165, paragraf: 562.