Pirs: Bêjeya “‘idde” ya ku pir caran di mijara jinberdanê de derbas dibe û bêjeya “kişandina ‘ideyê” bi çi menayê ye?
Bersiv: Bêjeya “di hundirê ‘iddê” de bi mena dema pîrek tê berdan ku paqij be, yanî ne di heyza de be û bi mêrê xwe re ranezabe. Pîreka ku hatibe berdan, da ku bikaribe bi yekî din re bizewice divê demeke aşkere bikesine. Ango ‘ideyê xwe bikişîne. Ji wê seknê re tê gotin “ عِدَّة ‘idde”.
‘Idde, ji bo yên dikevin heyza, dîtina sê paqijiyan e. Ji ber ku telaq di dema heyzê de pêk nayê, pîrekeke ku hatibe berdan bê ku bi hev re razên (munasebeta cinsî) divê ku bi tevahî sê heyz û paqijiyan bisekine. Ev jî nêzî sê heyva ye.
Di derbarê yên ku êdî nakevin heyza (ji xwîna heyzê bêhêvî bûne), yên ku nakevin heyza an jî pîrekên bi heml, wiha hatiye fermankirin:
“Ew jinên ku ji xwîna heyzê bêhêvî bûne û ew ên ku xwîna heyzê nabînin, eger hûn di heqê wan de ketin gumanê, ‘ideyê wan sê meh e. Ew ên ku bi hemle ne ‘ideyê wan bi danîna barê wan, xelas dibe. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê karê wî jê re hêsan bike.”[1]
Mêr, -jina wî ya ku di van rewşan de ye- kîjan gavê bixwaze dikare wê berde. ‘Idde bi nisbet bal wî ve, ji dema berdanê dest pê dike.