Pirs: Di sûreyê Fatiheyê de hevokek bi vî awayî dibore: “Em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin.” Dema mirov ji hev arîkariyê dixwazin, ma ew jî nabe daxwaza arîkariyê ji bilî Xwedê Teala? Ma ev kes jî dikevin şirkê? Ango dema mirov ji yekî deynekî yan jî di mijarekê de arîkariyê bixwaze, ji ber ku ji bilî Xwedê Teala ji hinên din arîkarî xwestiye dikeve şirkê? Eger ne wisa be, divê em vê ayetê çawa fêhm bikin?
Bersiv: Xwedê Teala li mirovan wiha ferman dike:
“Di qencî û teqwayê de arîkariya hev bikin, li ser gunehkarî û zêdegaviyê arîkariya hev mekin.”(Maîde, 5/2)
Di sûreyê Kehf ayeta 95an de bi awayekî zelal diyar dibe ku Zulqerneyn ji mirovan daxwaza arîkariyê kiriye. Xwestina arîkariyê bi tenê ji Xwedê Teala, arîkariya ku ji bilî Xwedê, tu kes nikare bike ye. Wekî mînak; qebûla duayan, arîkariya derasayî, xwestina ku her tiştî bibîne/bibihîze/bizanibe û hwd… Ji ber ku ji Xwedê Teala pê ve tu kes nikare van tiştan bike, hêviya kirina van tiştan ji hinên din şirk e. Jixwe di der barê van de gelek ayet hene. Ji lewre vê hevoka di sûreyê Fatîheyê de derbas dibe “Em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin” di vê wateyê de ye: “Tiştên ku ji bilî Te kes nikare bike ne ji kesekî din; bi tenê ji Te dixwazin.”