Pirs: Ma divê em ji sûreyê Îsra ayeta 73-74an çawa fêhm bikin?
Bersiv: Wergera ayetan wiha ye:
“Da ku tu ji cem xwe tiştekî li ser navê Me lê bînî, hindik mabû ku ew berê te ji peyxama ku Me ji te re hinartibû vegerînin. wê çaxê teqez dê wan tu ji xwe re bikirina dost.
Eger Me tu ranegirtibûya bi rastî hindik mabû ku te hinekî meyla wan bikirina.” (Îsra, 17/73-74)
Bi îhtimaleke mezin, wergera îfadeya (وَلَوْلاَ أَن ثَبَّتْنَاكَ) “Eger Me tu ranegirtibûya” ji bo we wekî pirsgirikê xuya dike. Ev îlham e û Xwedê Teala vê îlhamê diavêje dilê her bendeyê xwe. Ayeteke di der barê vê yekê wiha ye:
“Ew, sirûşa şaşî û teqwayê îlhamî (nefsê) dike,
Bi rastî kesê ku nefsa xwe paqij bike serfiraz dibe.
Kesê ku nefsa xwe bi gunehan rezîl û kêm bike ziyan dike.” (Şems, 91/8-10)
Hem îlhama başiyê hem jî ya xerabiyê bi bal nefsê ve tê kirin. Kesê berê xwe dide bi bal xerabiyekê ve, hem beriya kirina wî karî hem jî piştî kirinê dilteng dibe. Ji vê yekê re diltengiya derûnî yan jî azara wîjdanî tê gotin. Ev, îlham a Xwedê Teala ye, ango hişyarkirina Wî ye.
Burhan a ku Hz. Yûsuf ji Zuleyxayê dûr girt, vê îlhama Xwedê bû. Di sûreyê Yûsuf ayeta 24an de wiha hatiye fermnakirin:
“Bê guman, pîrekê meyla wî kir. Eger wî nîşana Perwerdegarê xwe nedîta, dê wî jî meyla wê bikira...”
Mirov li pêşberî karên şaş, di serî de diveciniqe, piştre ya diterikîne yan jî bi temamî xwe noq dike. Tiştê mirov diveciniqîne, îlham a Xwedê Teala ya ku diavêje dilê mirov e. Piştî kirina kar jî diltengiya ku bi mirov çêdibe, berê wî dide bi bal poşmanî û tobekirinê.
Ev rewş, ne bi tenê bi kesê Misilman, her wiha bi yên ne Misilman re jî çêdibe. Van ayetên li jêr yên ku di der barê Welîd ê kurê Muxîre de nazil bûne de vê yekê diyar dikin:
“Bi rastî ew fikirî û pîva.
Vêca xwedêkuşto çi fikirî û pîva!
Paşê xwedêkuşto çawa pîva!
Piştre dîsa fikirî…
Paşê rûyê xwe tirş û tehl kir.
Paşê pişta xwe dayê û xwe mezin dêra.
Pê re got: “Hebe nebe ev (Qur’an) sêrek e ku (ji sêrbazan) hatiye veguhastin.
Hebe nebe ev gotina beşerekî ye.” (Muddessir, 74/18-25)
Ji ber vê yekê ye ku kafir, her gav di nav gumanê de ne. “Avahiya ku wan lêkiribû, heta ku ew (bimirin) û dilê wan parçe bibe jî ew ê her di dilê wan de bibe guman.” (Tewbe, 9/110) Ev guman, ji dilovaniya Xwedê ya li ser wan e. Hin kes bi saya vê yekê hişê xwe didin serê xwe û ji rêya şaş vedigerin.
Di encamê de Pêxemberê aleyhisselam jî bi saya vê îlham a ji aliyê Xwedê Teala ve, xwe ragirtibû û ji rêya rast veneqetiyabû.