Pirs: Xeberdana li pişt yekî bêyî diyarkirina nav ma dibe xîbet?
Bersiv: Xîbet di vê wateyê de ye; mirov li pişt yekî tiştê ku li xweşa wî naçe bibêje, bi gotineke din, tiştê dema ji mirov re bê gotin li xweşa me neçe, mirov li pişt birayê xwe û di ne huzura wî de bibêje. Kesê behsa wî tê kirin heke bêyî diyarkirina nav were fêhmê, dîsa jî dibe paşgotin.
Xîbet û paşgotinî, heram e. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“…Xîbeta hev mekin. Ma kî ji we dixwaze ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Hûn ji vê nefret dikin.” (Hucûrat, 49/12)
Li gorî ku Ebû Hureyre (x.j.q) ragihandiye, li ser pirsa: “Ey Qasidê Xwedê! Xîbet çi ye?” Pêxember (s.a.w) wiha bersiv daye:
“Tu behsa birayê xwe bi tiştê ku li xweşa wî naçe bikî.”
Li ser pirsa “Tiştê ez dibêjim heke tê de hebe?” Qasidê Xwedê wiha bersiv da:
“Tiştê tu dibêjî heke tê de hebe te xîbeta wî kiriye. Heke tunebe, te îftira lê kiriye.” (Muslim, Bir we Sila, 70 (2583); Ebû Dawû, Edeb 40; Tirmizî, Bir 23)