Pirs: Dema Cebraîl aleyhisselam, kirina nimêjê fêrî Pêxemberê me kir, ma sûreyên ku di nimêjê de tên xwendin jî hînî wî kir?
Bersiv: Di der barê vê yekê de di destê me de tu agahiyek tuneye. Bi sedema ku zikr e, em di nimêjê de Qur’anê dixwînin. Xwedê Teala, li Mûsa aleyhisselam wiha ferman kiriye:
وَأَقِمِ الصَّلَاةَ لِذِكْرِي
“Ji bo zikrê Min, nimêj bike.” (Taha, 20/14)
Zikir, digel pêwendiyan zanyariya ku hatiye fêrkirin, mirov ji bo bikaranînê amade bike. Ev jî, bê guman agahiyên ku di Kitêba Xwedê de ne. Ji ber vê yekê ye ku “zikir”, bûye nav ji bo tevahiya berhemên îlahî. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Agahdar bin! Dil bes bi zikrê Xwedê rihet û aram dibe.” (Re‘d, 13/28)
Duayên ku Pêxember aleyhisselam fêrî me kirine jî zikr in. Di nimêjê de hem ew, hem jî ayetên Qur’anê tên xwendin. Ji ber vê yekê, kesê ayetên Qur’anê nizanin, dikarin bi xwendina zikrên ku dizanin bi tenê nimêj bikin.
Di rewşa tirsa ji neyar di rêwitiyê de nimêj qamek tê kirin. Xwedê Teala di der barê dema zikrên ku di vê nimêjê de tên xwendin de wiha ferman kiriye:
فَإِذَا قَضَيْتُمُ الصَّلاَةَ فَاذْكُرُواْ اللّهَ قِيَامًا وَقُعُودًا وَعَلَى جُنُوبِكُمْ
“Dema we, ew nimêj kir li ser piyan, rûniştî û li ser teniştên xwe zikrê Xwedê bikin.” (Nîsa, 3/103)
Li gorî ayetê zikrên di nimêjê de di van cihan de tên xwendin; li ser piyan, di rukû, secde, di navbera herdu secdeyan de, di rûniştina dawî û di întiqala ji yekî ji van bi bal ya din ve.