Fetwayen Kurdi
Şûştina destan bi axê ma dibe sedemê feqîriyê?

Şûştina destan bi axê ma dibe sedemê feqîriyê?

Pirs: Di pirtûka “Mızraklı İlmihali” de şûştina destan bi çiravê yek ji sedemên feqîrî û jarîtiyê hatiye nîşandan. Ma tiştekî wiha heye? Wekî din jî ma çivara di vir de çi ye?

Bersiv: Çirav ji heriya ku di hundirê wê de unsûrên organîk ên curbicur hene, bi piranî jî bi kîl, tarî û mizeloqî ye re tê gotin. Raveya ku ev dibe sebebê jarîtiyê, şîroveya nivîskarê “Mızraklı İlmihali” ye. Tu ayet û hedîsek ku vê rast bidêre tune ye.

Di pirtûka Îbrahim Hakkı Erzurumi ya bi navê “Marifetname” de jî şewitandina qalikên sîr û pîvazê, malaştina malê bi şev, birêdeçûna li pêşberî kesên bi temen ji meriv mezintir, spartina seyara derî, rûniştina di nava derî de piştî kirina limêja sibehê, meriv zû ji mizgeftê derkeve, her sibeh meriv zû biçe bazarê, meriv ji bazarê dereng vegere malê, pêçandina şaşikê rûniştî, vemirandina fanûs û mûmê bi nefesê, razana di mala bê derî de bi tenê û hwd. mîna sedemên feqîriyê hatiye nîşandan.[1]

Tu eleqeya van tiştan û rastiyê -çi ji dûr çi jî ji nêz-, bi hev re tune ye.



[1] Erzurumlu İbrahim Hakkı, Marifetname, sadekirina ji Osmanî: Faruk Meyan, Weşanên Bedir, Stenbol 1980, rp. 836-837.