Pirs: Xwedê Teala di ayetekê de wiha ferman dike: “Ew Qur’an, da ku tu qewmekî ku di xefletê de ne û pêşiyên wan nehatine hişyarkirin, hişyar bikî hatiye hinartin.” Di der barê vê ayetê hin pirs di serê min de çêbûn: Di ayetê de hatiye vegotin ku Hz. Muhemmed ji civakeke ku pêşiyên wan nehatine hişyarkirin re, hatiye şandin. Di ayetên din de jî hatiye vegotin ku Tewrat û Încîl hatiye xerakirin. Li gorî vê, rewşeke wiha derdikeve holê; Tewrat û Încîl hatiye hinartin û pêşiyên wan hatine hişyarkirin. Eger Qur’ana Pîroz ne bi tenê ji gelê ‘Ereb, li berevajî vê ji bo hemî gelên li ser rûyê erdê hatibe şandin, wê gavê çima di Qur’anê de wiha nehatiye gotin: “Me, ew Qur’an, ji bo we û ji bo hemî civakên ku pêşiyên wan nehatine hişyarkirin, hinartiye.” Nakokiya di navbera van ayetan de, hişê min tevlihev dike. Hûn dikarin vê yekê şîrove bikin?
Bersiv: Beriya her tiştî di navbera ayetan de tu nakokî tuneye. Piştre em dikarin bersiva pirsa we, wiha bidin:
1. Mirov nikare ji ayeteke Qur’anê bi tenê biryarê derxe. Qur’an, mijarekê herî kêm di du cihan de vedibêje. Ji vê usûlê re muteşabih-mesanî tê gotin. Qur’an bi vê rêyê xwe şîrove dike. Komeke ji zanayan dikarin vê rêbaza han bicih bînin. Ji bo agahiyên berfireh di der barê rêbaza muteşabih-mesanî de ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr bidin:
www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kurani-aciklamada-usul.html
2. Tewrat û Încîl a ku di li ber destê Cihû û Filehan e herçiqas wekî roja ewil nehatibe parastin jî, hîn jî di wan de îfadeyên ku baweriya rast nîşan didin hene, wan bi bal baweriya pêxemberê axirzeman vedixwîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Roja ku Xwedê peyman ji pêxemberan girt, ji wan got: Dema Min Kitêb û hîkmet da we, paşê qasidek ji we re bê û ya ku bi we re ye jî rast bidêre, teqez divê hûn baweriyê pê bînin û piştevaniya wî bikin. (Xwedê) got: Ma we qebûl kir û we li ser vê yekê ji min peyman wergirt? Gotin: “Belê, me qebûl kir. (Xwedê) Got: Naxwe li ser vê yekê şahid bin û ez jî digel we ji şahidan im.
Êdî piştî vê, kî ji soza xwe vegere ew ji rê derketiye.[1]
Ma qey ew ji bilî dînê Xwedê dînekî din dixwazin? Hal ev e yên ku li erd û asîman hene gişt bivên nevên ji Wî re berdest bûne û ew ê bi bal Wî ve vegerin.” (Alî Îmran, 3/81-83)
“Bibêje: Gelî yên ehlikitêb! Hûn ne li ser tu tiştî ne heta ku hûn birastî û duristî Tewratê, Încîlê û ji tiştê ku ji cem Perwerdegarê we ji we re hatiye hinartin (Qur’anê) bicih neyinin. Sond be, Qur’ana ku ji cem Perwerdegarê te ji te re hatiye şandin, kufr û çavsoriya pirên wan zêde bike. Nexwe tu ji bo wan xemgîn mebe.” (Maîde, 5/68)
“Bêguman, ji yên xwedankitêb hin kes hene ku bi Xwedê û bi ya ku ji we re hatiye hinartin û bi ya ku ji wan re hatiye hinartin bawerî tînin. Ji Xwedê ditirsin û ayatên Xwedê bi pereyekî hindik nafiroşin. Ji bo wan, li cem Perwerdegarê wan xelatek heye. Bêguman berpirsgirtina Xwedê, pir bilez e.” (Alî Îmran 3/199)
Baweriya Cihû û Filehan ya Mesîh, angaşta ku pêxemberê axirzeman hîn nehatiye şandin û tayînkirina yekî ku ew bi xwe diyar dikin, ji hewes û arezûyên wan pê ve ne tiştekî din e. Zana û pêşengên wan bi vê yekê baş dizanin.
Pêşiyên gelê Mekkeyê jî hatibûn hişyarkirin, Hz. Îbrahîm û Îsmaîl bi pêxemberî ji wan re hatibûn şandin. Lê belê wekî Tewrat û Încîlê kitêbeke ku fermana wan bi baweriya bi pêxemeberê axirzeman bike, di destê wan de tune bû. Di encamê de eger pêxember ji wan re nehatibûna hinartin, wê gavê hûn di iddiaya xwe de dibûn mafdar. Li aliyê din jixwe gelek ayetên Qur’anê desnîşan dikin ku Hz. Muhemmed ji hemî gelên li ser rûyê erdê hatiye şandin.[2]
[1] Îfadeyên ku piştgiriya vê yekê dikin di Încîlê de cih digrin. Bnr: Încîl Yuhenna, 16: 5-14
[2] Bnr: En‘am, 6/19, 92; E‘raf, 7/158; Sebe’, 34/28; Şûra, 42/7.