Pirs: Gelo Qur’an bi çi çavî li şiîrê dinêre? Ayetên ku rexneyan li şiîr û şairan digirin, hene ma? Yan jî Pêxemberê me di hedîsên xwe de rexneyeke wiha dike?
Bersiv: Îslamê, şiîra musbet û baş ku ne li dijî wê û exlaqê ye, ecibandiye û teşwîq kiriye. Resûlê Xwedê (s.x.l) di hedîseke xwe de wiha ferman kiriye:
“Qismekî şiîrê zanayî ye, hikmet e.” (Buxarî, Edeb 90)
Her wiha di serî de Buxarî di gelek kitêbên hedîsan de, hatiye gotin ku Pêxemberê me bi xwe şiîr gotine û destûr daye sehabiyên şair ên wek Hesenê kurê Sabit, ‘Emirê kurê El-Ekwa û wî bi xwe li helbestên van şairan guhdarî kirine.
Lê dema şiîr wek bi fonksiyoneke xerabkar derketiye pêş wek tiştekî bizirar hatiye hesibandin û li dijî wê hatiye derketin. Ji bo şairê ku berê însanan didin ser rêya xerabiyê di sûreyê Şûerayê de wiha hatiye fermankirin:
“Ku em werin ser şairan jî yên ku li pey xeyalên pûç diğerin û ji rê derdikevin, li pey wan diçin. Ma tu nabinî ew di her warî de pesindayîn û rexneyê mibalexe dikin. Tim tiştên ku dê nekin, dibêjin.” (Şûera, 26/224-226)
Şairên ku li dijî Îslam û exlaqê helbestan nebajin, ji hukmên vê ayeta li jorî wek istisna hatine qebûlkirin.
“Lê yên ku baweriyê tînin û pê ewle dibin, yên ku karên baş dikin, yên ku Xwedê gelek tînin bîra xwe û yek jî şairên ku piştî neheqî li wan tê kirin, bersivê didin, ne tê de. Yên ku neheqiyê dikin, wê di demeke nêz de bibînin ku çawa serûbino dibin.” (Şûera, 26/227)