Pirs: Ez dixwazim di der barê qisseyên di Qur’anê de -ka bi rastî qewimîne yan na- bipirsim. Ji bo fêhmkirina Qur’ana Pîroz, her wiha ji bo pirsên di der barê xalên ku em tênagihîjin em mealan dixwînin. Mealeke ku vî çendî ez dixwînim, ji tefsîrên klasîk ên ku berê min xwendine, hinekî cuda ye. Wekî mînak di mealê de şîroveyeke wiha hatiye kirin: “Qisseyên pêxemberan, qisseya Eshabu’l-Kehf di rastiya xwe de, veogtinên temsîlî ne.” Ma ev qisse, temsîlî ne yan jî bûyerên rasteqîn in?
Bersiv: Qur’an Pîroz, pir caran qala pêxembrên berê û ummetên wan dike. Ji vê yekê re qisse, tê gotin. Ev, ne çîrok/hîkaye yan jî temsîl in; li berevajî vê hemî heq in û rast in. Ango temamê wan bûyeran qewimîne. Van ayetên li jêr ên ku piştî qisseyan diborin vê yekê destnîşan didin:
“(Ya Muhemmed!) Ev ji xeberên nependî ne ku bi (riya) peyxamê (wehyê) Em wan ji te re radigihînin. Dema wan, (gelo) ka xwedîkirina Meryemê dê li kîjanî ji wan bikeve, qelemên xwe (ji bo pişkkêşanê) diavêtin, tu ne li cem wan bûyî û dema wan (ji bo vê meselê) xirecir dikirin jî tu ne li cem wan bûyî.” (Alî Îmran, 3/44)
“Bê guman eva ha, qiseyeke rasteqîn e. Ji Xwedê pê ve tu îlah tun in. Bêguman Xwedê, her ew e yê serdest yê karbinecih.” (Alî Îmran, 3/62)
“Ha ev (qisse) ji saloxdayînên nehênî ne ku Em ji te re wehî dikin. Beriya vê (Qur’anê) ne te ne jî gelê te pê zanîbû. Nexwe tu, sebrê bikêşe; bê guman encama xêrê bes ji mutteqiyan re ye.” (Hûd, 11/49)
“Ev, ji salix û xeberên bajaran in ku Em ji bo te dibêjin. Hin ji wan hene ku (şûnwarên wan) li ser piyan mane û hinek jî hene ku her wekî zadê dirûtîbêser û bêşûn in.
Me, li wan zilm nekir, belê wan bi xwe li xwe zilm kir. Çi dema fermana Xwedayê te (bi ezab) hat, ew ên ku ji bilî Xwedê ew dihebandin, tiştek ji ser wan nedan paş, ji zerarê pê ve tiştek din li wan zêde nekir.” (Hûd, 11/100-101)
“(Resûlê min!) Em ji hewadîsên pêxemberan ji te re dibêjin da ku Em pê dilê te rihet bikin. Di van (qisseyan) de ji te re heqî hat û ji bawermendan re jî şîret û bîranîn.” (Hûd, 11/120)
“Resûlê min!) Em bi wehîkirina vê Qur’anê bi bal te ve (serpêhatiyên miletên berê) bi spehîtirîn awayî ji bo te dibêjin. Hal ev e ku beriya ev (Qur’an ji bo te ) bê, bi rastî tu (ji van serpêhatiyan) ji bêagahan bûyî.” (Yûsuf, 12/3)
“Ha ev (qisseya Yûsuf) ji serpêhatiyên xeybî ne ku Em wê ji te re wehî dikin. Bê guman dema wan biryara karên xwe didan û planên xwe dikirin tu ne li cem wan bûyî (heta ku tu vê bizanî).” (Yûsuf, 12/102)
“Sond be, di qisseyên wan de ji bo xwedanhişan pir ders û îbret hene. (Ev Qur’an) ne axaftineke bêbinî ye; li berevajî vê ew kitêbên beriya xwe rast didêre, ji her tiştî re diyarker û ronîker e û ji bo bawermandan rêber û rehmet e.” (Yûsuf, 12/111)
“Em xebera rastîn a serpêhatiya wan ji te re radigihînin. Bi rastî ew xortine wisa bûn ku wan bawerî bi Rebbê xwe anîbû. Vêca Me jî baweriya wan zêde kir.” (Kehf, 18/13)
“Her wisa Em hinekî ji agahiyên wan (umet)ên ku bihurîne ji te re radigihînin. Bê guman Me ji cem xwe bîranîn (Qur’an)ek daye te.” (Taha, 20/99)
Piştî temamê van ayetan divê mirov qebûl bike ku qisseyên di Qur’anê de derbas dibin, bûyerên rasteqîn in. Di destê kesên ku dibêjin ew hikaye/vegotinên temsîlî ne de tu delîlek tuneye. Ji lewre divê mirov guhê xwe nede van angaştên bêdelîl.