Pirs: Gelo pêgiriya bi mezhebekî pêdiviyeke dînî ye? Ma mirov dikare aqlê bikar bîne û biryarên/hukmên Kitêba xwe ya Pîroz û hedîsên ku sunnet e tetbîq bike?
Bersiv: Mezheb nêrîn e. Di mijarên ku di der barê wan de ayet an jî hedîseke aşkere û rasterast tuneye de alim li gorî rêbazên xwe nêrînên ji hev cuda derxistine holê. Ji ber vê yekê ye ku di navbera mezheban de cudahî derketiye meydanê. Bi sedema ku her kes di her mijarê de nabe xwedî zanîn, di mijarên ku zanîna wî tuneye de dide pey zanayan.
Mezheban wekî seydayekî bifikirin. Çawa ku hûn mijareke nizanin ji me dipirsin, her wiha hûn dikarin bi nêrîna mezheban ya di der barê wê meseleyê de jî ‘emel bikin. Mezheb teqez ne dîn in. Gotina “ez ne pêgirê mezhebekî me” mirov ji dîn dernaxe. Lê belê, zanayên ku hewcedariya wan bi ‘emelkirina bi nêrînên mezheban tuneye dikarin vê gotinê bibêjin!
Şaşiya bingehîn; teqlîda mezheban çavgirtî, pejirandina her tiştê mezheban rast û –bêyî qebûlkirina ka rast e yan jî şaş e– ‘emelkirina bi tevekê tiştê ku dibêjin… Divê mirov baldar be û bizanibe ku mezheb jî şaşiyan dikin, dema pêdîvî hebe mirov dikare li gorî mezhebekî din tev bigere û her wiha gava hewce bike (di nêrînên mezheban yên ku li dijî ayet û hedîsan e de) bi tu mezhebî ‘emel neke û bi tenê li gorî ayet û hedîsê tev bigere. Lewra rastî û çewtiya meseleyekê bi munasiya wê ya bi Qur’an û sunnetê re tê fêhmê.