Pirs: Di navbera ku mirov li derveyê gorê sûreyê Fatiheyê bixwîne û ku mirov li ber tirbeyê, hinekî serê xwe xwar bike û bawer bike ku bedena wî miriyî ne riziyaye, ên li derdora xwe dibîne û wan dibihîse çi ferq heye? Min li derve Fatihe xwend û mijara ku bedena wî neriziyaye û min dibîne ji min re bawerdêr nehat. Hûn dikarin vê meseleyê diyar bikin?
Bersiv: Di duayê ji bo miriyan, tu girîngiyek cî û mekan tune ye. Girîngiya serdana goran, bibîranîna mirinê ye ji bo kesê ku diçe ziyareta gorê. Pêxemberê me (s.a.w) bi xwe çûye serdana goran û wiha li me şîret kiriye: “Herin ziyareta goran, ev axretê tîne bîra we.”[1]
Kesê ziyareta goristanê dike, divê ku axretê bîne bîra xwe, bifikire ku dinya ne ya mayinê ye û ew jî dê rojekê bimire. Gava were nik gorê jî dikare bi vî awayî dua bike: “Gelî bawermendên ku şêniyên vî warî ne! Selam li ser we be. Xwedê hez bike, em ê jî tevlî we bibin. Xwedê, li me û we ji sax û miriyan qenciyê bike. Ji bo xwe û we, em xweşiyê ji Xwedê dixwazin. Xwedêyo! Rehma xwe li wan bike, wan bibexşîne, wan têxe bihuşta xwe.”
Ev hal û tevgerên Pêxemberê me ne û li me şîret kirine.
Di derbarê ka mirov dê li pey miriyên xwe çi bike ji kerema xwe re serî li lînka jêr bidin:
Eger em werin ser mijara xerabûn-nexerabûna bedena însên:
Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Me hûn ji axê afirandine û Em ê dîsa we li wê vegerînin û careke din jî (piştî mirinê) Em ê we jê derînin.”[2]
Li gorî ayetê însan hemî, di dawiya dawî de dê bibin ax. Rizîbûna laşê însên li gorî hin şert û mercên fizîkî yên curbicur e. Heta vejîn û afirandina ji nû ve, rizîbûna laşê mirov ku bibe ax dê temam bibe. Di navbera rizîbûna laşê însan û başî û nebaşiya wî tu têkilî tune ye. Lewra cesedên Fîrewnan jî ji ber ku hatine mumyakirin neriziyane. Lê belê, beriya ku qiyamet rabe dema şert û merc pêk werin dê ew jî bibin ax.