Pirs: Ma mirov dikare nimêja cejnê bi tenê bike?
Bersiv: Ji ayetên Qur’anê yên têkildar tê fêhmê ku divê nimêja îdê bi cemaetî were kirin. Ayeta ku îşaretî bi bal nimêja îda remezanê ve dike wiha ye:
“(Di wan rojên jimare de) Qur’ana ku ji mirovan re rêber e û ji bo veqetandina heq ji batilî delîlên aşkere ye di meha Remezanê hatiye hinartin. Êdî kî ji we gihaşt vê mehê bila wê bi rojiyê derbas bike. Kî jî nexweş yan jî rêwî be bila bi qasî rojên ku rojî negirtiye, di rojên din de bigre. Xwedê ji bo we rihetiyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze. Ev jî, ji bo ku hûn (meha Remazanê) bêkêmasî bigrin û ji ber ku Xwedê hûn rasterê kirin, (bi tekbîran) Wî mezin bidêrin û Wî bişêkirînin.” (Beqere, 2/185)
Di vê îfadeya ku “لتكبروا الله على ما هداكم ji ber ku hûn Xwedê hûn rasterê kirin, (bi tekbîran) Wî mezin bidêrin” bi bal nimêja cejnê ve îşaret dike de, ji bawermdendan hatiye xwestin bi hev re zikrê Xwedê bikin, tekbîran bidin û Wî mezin bidêrin.
Ayetên ku bi bal nimêja cejna Qurbanê ve îşaret dikin jî wiha ne:
“Ne goştê wan qurbanan ne jî xwîna wan digihîje Xwedê. Lê belê teqwedariya we digihêjê. Wî ew heywan ji we re sernerm kirin. Ji ber ku Xwedê hûn rasterê kirine Wî mezin bidêrin. Tu mizgînê bide qencîkaran.” (Hec, 22/37)
Di vê ayetê de jî îfadeya “لتكبروا الله على ما هداكم” derbas dibe. Ev jî dide fêhmkirin ku divê bawermend bi hev re Xwedê mezin bidêrin û bi tekbîran zikrê Wî bikin.
“Me ji bo her ummetekê serjêkirina qurbanê meşrû dêra, da ku navê Xwedê li ser serjêkirina en‘amên (mih, bizin, dewar û hêştiran) ku Xwedê bi risqînî daye wan, bibêjin. (Gelî mirovan!) îlahê we îlahekî yek e. Vêca bi tenê radestî ber fermana Wî bibin. Mizgînê bide kesên dilnizm.” (Hec, 22/34)
Di vê ayetê de ferman li Pêxember hatiye kirin ku di rojên serjêkirina qurbanan de “وبشر المخبتين Mizgînê bide kesên dilnizm.” Pêkan e ku ev mizgînî di halê ku bawermend bi hev re bin hatibe dayin. Ev jî diyar dike ku ev mizgînî, gava bawermend ji bo kirina nimêja îdê kom dibin, hatibe dayin.
Li aliyê din Pêxember aleyhisselam nimêja cejnê bi bawermendan re kiriye. Ev jî teyît dike ku nimêja îdê bi cemaetî tê kirin/divê were kirin. ((Bnr: Hakim, el-Mustedrek, 1. c: 1, rp: 294; Beyheqî, es-Sunenu’l-Kubra, c: 9, rp: 277)