Pirs: Nîşaniya kurxalê min pêrgî şeva mîracê tê. Ma guneh e ku ez beşdar bibim? Heke ez neçim dibe ku dilê wan ji min bimîne.
Bersiv: Kirina nîşanî yan jî dawetê di şeva mîracê de ji aliyê dînê ve, tu mehzûreke wê tuneye. Lê belê, ji vê zêdetir tiştên ku dê li salona dawetê bên kirin, girîng in.
Mêr û jinên ji aliyê dînî ve li hev heram in ango dikarin bi hev re bizewicin, li heman cihî bi awayekî vekirî bin, bi hev re bileyizin an jî dansê bikin, ev tiştê han bi tu awayî Xwedê Teala jê razî nabe. Tiştê ku divê mirov bala xwe bidê, ev e. Ji xincî vê, tu mehzûrek tuneye ku dawet rastî şeva mîracê were.