Pirs: Ma Pêxemberê me bi pêlavê nimêj kiriye?
Bersiv: Belê, Pêxemberê me (s.a.w) bi pêlavê nimêj kiriye. Lewra di wê demê de binê Mescida Nebî, wekî roja me bi xaliyan neraxistîbû; zemîna mizgeftê bi ax û ber bû. Ji ber vê yekê dema mirov li cihekî bi ax an jî bi xîç nimêj bike, ne lazim e ku pêlava xwe derxe. Mirov dê binêre ka pîsîtiyek bi solê ve heye an na. Gava pîstiyeke ku bibe asteng ji bo kirina nimêjê pê ve hebe, dê were qajijkirin û piştre bi solê nimêj were kirin. Van hedîsên li jêr vê yekê destnîşan dikin:
Li gorî ku ji Ebû Mesleme (x.j.q) hatiye ragihandin wî, wiha gotiye: “Min ji Enesê kurê Malik pirsî: Ma Pêxemberê me bi pêlavê nimêj dikir? Enes got ku: Belê.” (Buxarî, Selat, 24)
Tirmizî jî di kitêba xwe de cî daye vê hedîsê û wiha gotiye: “Alim, bi vê hedîsê emel dikin.” (Tirmizî, Selat, 181)
‘Ebdullahê kurê Mesûd wiha gotiye: “Bê guman, me dît ku Resûlullah bi pêlav û xufikan nimêj dikir.” (Ebû Dawûd, Selat, 88; Îbn Mace, Îqametu’s-Selat, 66)
Ebû Seîd el-Xudrî wiha gotiye: “Resûlullah li pêşiya sehabiyan nimêj kir, sola xwe derxist û danî aliyê xwe yê çepê. Dema cemaetê dît, wan jî solên xwe derxistin. Gava Resûlullah nimêja xwe xelas kir ji cemaetê pirsî: ‘We çima pêlavên xwe derxistin?’ (Gotin:) ‘Me dît ku te derxist (ji lewra) me jî derxist.’ Li ser vê yekê Resûlullah wiha kerem kir:
‘Cebraîl hat û ez agahdar kirim ku bi pêlava min ve pîsîtî heye.’ (Gotina xwe berdewam kir) Gava yek ji we hat mizgeftê, bila li pêlava xwe binêre, heke nepaqijî pê ve hebe bila jê bibe û bi pê nimêj bike.” (Ebû Dawûd, Selat, 88)
Şeddadê kurê Ews, ji bavê xwe (Ews) radigihîne ku: “Resûlullah wiha kerem kiriye: Wekî Cihûyan mekin. Lewra ew bi pêlav û xufikan nimêj nakin (hûn bikin).” (Ebû Dawûd, Selat, 88)
Hevoka “hûn bi pêlavan bikin” ya di vê hedîsê derbas dibe, ne di wateya fermanê de; bi mena serbestiyê ye. Alimên gotine bi şertê ku paqij be hem bi pêlav hem jî pêxas nimêj tê kirin. Di vê babetê de mirov serbest e. Rastiya vê yekê ji kirinên Pêxember (s.a.w) derdikeve holê. Lewra wî, hin caran bi pêlav, hin caran jî pêxas nimêj kiriye. (Ebû Dawûd, Selat, 88).