Pirs: Yek ji kesên ku em ê bi hev re qurbanê bidin, ji zilamê xwe cihê bûye; lê tenê wek resmî cihê bûye. Sedema wê jî ew e ku mehaniya bavê xwe ya teqewidbûnê digire. Yanî jinik û mêrê xwe hêj bi hev re di malekê de ne. Gelo tu mehzûra wê heye ku ew bi me re qurbanê ser jê bike?
Bersiv: Na tu mehzûra wê çênabe. Lê divê mirov bi awayekî jê re bibêje, ev tiştê ku dike; li gorî dîn bi temamî şaş e, dikeve heqê xelkê din û loma gunehekî mezin dike.
Ji kerema xwe serî li lînka li xwarê jî bidin.