Pirs: Ma mirov dikare li malê li pêşiya hevser û zarokên xwe îmamtiyê bike?
Bersiv: Beriya her tiştî mêr, nimêjên xwe li mizgeftê dikin. Ango ya sunnet ku mirov nimêjên xwe li mizgeftê bike. Lê belê gava ezan hat xwendin û mirov guman dibe ku dê nikaribe xwe bighîne nimêja bi cemaet, wê gavê ya herî baş ku mirov bi malbata xwe re bi cemaetî nimêj bike. Di rewşeke wisa de mirov dikare bi hevser, dayik, bav an jî zarokên xwe re nimêj bike. Di vê yekê de tu mehzûrek tuneye. Di vê rewşê de divê jin li pişt mêran rawestin. Ev ji sunnet û adabên nimêjê ye divê were rîayetkirin.
Li aliyê din kirina nimêjan li malê, ne ji bo yên ferz; ji bo yên sunnet hatiye tewsiyekirin. Lewra Pêxember aleyhisselam nimêjên xwe yên sunnet ne li mescida xwe, li mala xwe dikir û ev yek li sehabiyên xwe jî şîret dikir. Hedîsên di der barê vê yekê de wiha ne:
“Gelî mirovan! Li mala xwe nimêj bikin. Lewra ji bilî ya ferz nimêja herî meqbûl ya ku mirov li mala xwe dike.” (Buxarî, Ezan, 81, I‘tisam, 3)
Li gorî ku ji ‘Ebdullahê kurê ‘Umer hatiye ragihandin Pêxember aleyhisselam wiha ferman kiriye:
“Beşek ji nimêja xwe li malên xwe bikin û wan negerînin wekî gorê.” (Buxarî, Selat, 52, Teheccud, 37; Ebû Dawûd, Selat, 199, Witir, 11; Tirmizî, Selat, 213; Nesaî, Qiyamu’l-Leyl, 1)
Li gorî ku ji Cabir hatiye ragihandin Pêxember aleyhisselam wiha ferman kiriye:
“Gava yekî ji we nimêja xwe ya ferz li mizgeftê kir, bila ji wê nimêja xwe behrekê ji mala xwe jî re bihêle. Lewra Xwedê Teala bi saya vê nimêjê li mala wî xêrê diafirîne” (Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 210; Îbn Mace, Îqamet 186)