Pirs: Xaniyê ku zilam tê rûniştiye heke beriya mirina xwe bi salekê hîbeyî hevsera re kiribe; ev xanî jî îro ji sêyeka terîkeyê zêdetir be; ma ev hîbe wekî wesiyetê tê pejirandin? Ango ji aliyê olî ve tê qebûlkirin? Heke digel hevsera wî ji vê jina wî du law hebin û keçeke wî ya zewicandî ji hevsera wî ya ku berê miriye hebin ango -mirov meseleya hîbeyê jî li ber çavan bigre- divê mîrat di navbera van her çar wêrisan de çawa were parvekirin?
Bersiv: Kesê mîrat li pey xwe hiştiye dema wekî mehrê yan jî wekî bexşî malek dabe hevsera xwe, ji mîratê nayê hesibandin. Ango di dabeşkirina mîratê de ev mal nayê hesabkirin. Lê belê malên ku di nexweşiya mirinê de yan jî bi mirinê ve girêdayî daye xanima xwe, piştî ku mirov vî malî têxe nav terîkeyê mîrat tê teqsîmkirin. Teqsîma mîrata ku ji we re mayiye wekî li jêr tê kirin:
Hevsera mirî heştyeka mîratê (1/8) digre. Tiştê mayî jî (7/8) dê di navbera zarokên wî de (çi ji hevsera wî kevin çi jî ji ya nû) bi awayê ku ji kuran re bi qasî para du keçan be, were parvekirin.
Bi awayê matematîkî terîke dê bi bal 40 paran ve were dabeşkirin. Hevsera mirî, heştyeka wê ango 5 paran bigre. Her law 14 para bigre. Keç jî dê 7 paran bigre. 5+14+14+7=40.