Pirs: Tê gotin ku Îmam Ebû Henîfe, hedîsa “Kesê misilman dema zinayê bike, ew bê îman zinayê dike. Ango di wê gavê de îman jê tê stendin.” bi hinceta ku “li dijî Qur’anê ye” qebûl nake. Gelo ev tişt rast e?
Bersiv: Belê ev gotin rast e. Îmam Ebû Henîfe, di berhema xwe ya bi navê el-‘Alim we’l-Mute‘ellim ya ku bi bal wî ve tê spartin de vê hedîsa ku di Tirmizî û Ebû Dawûd de derbas dibe, bi hinceta ku “li dijî Qur’anê ye” red dike. Em ê ji wê berhemê beşa têkildar li jêr neqil bikin. Em tewsiye dikin ku hûn wê bixwînin:
Xwendekar (Ebû Muqatil): Hûn di derbarê kesên hedîsa “Kesê bawermend dema zinayê dike, mîna ku kirasê wî ji serê wî derdikeve, îmana wî jî dertê. Piştre dema tobe dike îmana wî lê vedigere.”[1] riwayet dikin de nabêjin çi? Eger hûn vê rast bidêrin, tê mena ku we prensîbên Xariciyan (Xaricî, desteyeke hizir dike ku ‘emel parçeyekî ji îmanê ye û angaşt dike ku kesê gunehê mezin bike, dibe kafir) qebûl kiriye. Eger hûn ji nerînên wan di gumanê de bin, hûn ê di prensîbên Xariciyan de jî ketibin gumanê û dê were wateya ku hûn ji rastiya we gotiye vegeriyane. Eger hûn gotina rawiyan derew bidêrin, ew ê jî we bi derewdêrandina gotina Pêxember (s.a.w) tewangbar bikin. Lewra wan ev hedîsa han, heta bigihîje Pêxember (s.a.w) ji mirovên muteber ragihandine.
Zanyar (Ebû Henîfe): Derewdêrandin, bi tenê ji bo kesê bibêje: “Ez gotina Pêxember (s.a.w) derew didêrim.” Lê belê eger bibêje: “Ez bi temamê gotinên Pêxember (s.a.w) baweriyê tînim. Lê wî negotiye xerabiyê bikin û li dijî Qur’anê jî tevnegariyaye”, ev gotina han tê mena ku wî kesî tesdîqa Pêxember û Qur’anê kiriye; Qasidê Xwedê ji tevgera li dijî Qur’anê pak dêraye. Eger Pêxember (s.a.w) li dijî Qur’anê tev bigere û ji ber xwe ve tiştên ji bo Xwedê neheq in lê bîne, Xwedê dê hêz û qaweta wî jê bistenda û rahjiyana wî hilbiqetanda. Lewra ev babeta ha di Qur’anê de wiha tê ragihandin:
“Eger pêxember li ser (navê) Me hin gotin lêbianîna. Teqez Me yê ew bi xurtî bihingavta. Piştre Me yê dilreha wî biqetanda. Ji we tu kesî jî dê nikaribûya ji bo wî berevanî bikira.”[2]
Pêxemberê Xwedê, li dijî kitêba Xwedê dernakeve. Kesê dijatiya kitêba Xwedê dike jî jixwe nabe pêxemberê Xwedê. Vê xebera (riwayet) ku wan ragihandiye, li dijî Qur’anê ye. Lewra Xwedê di Qur’ana Pîroz de di ayeta “Jin û mêrê zinaker…”[3] de wesfê îmanê ji mêr û jina zinaker ranekiriye. Her wiha di ayeta “Ji we ew ên ku zinayê dikin, herdu jî…”[4] de jî Xwedê bi qeyda “ji we”, ne kesên Cihû û Fileh, belbî yên misilman qesd dike. Wê gavê dema meriv yekî ku hedîseke li dijî Qur’ana Pîroz radigihîne înkar bike, ev nayê mena ku meriv Pêxember (s.a.w) red kiriye yan jî ew tekzîb kiriye. Belbî ev tê mena meriv wî kesê ku ya ne rast li ser navê Pêxember (s.a.w) ragihandiye, red kiriye. Ev töhmet, ne ji Pêxember (s.a.w), belbî li yê ku radigihîne tê kirin. Her tiştê Pêxember (s.a.w) gotiye me bihîstibe yan jî nebihîstibe li ser ser û çavê me cihê wê heye. Me bi temamê wan bawerî aniye, em şahdeyiyê didin ku ew, mîna Qasidê Xwedê gotine. Her wiha em şahdeyiyê didin ku Pêxember (s.a.w) ferman bi ya ku Xwedê qedexe dêraye nekiriye û li pêşberî tiştê Xwedê ragihandina wê bi bal bendeyên xwe ve xwestiye jî nebûye asteng. Dîsa em şahdeyiyê didin ku ew di temamê karê xwe de li gorî fermana Xwedê tevgeriyaye û tu tiştekî nû (bid‘et) dernexistiye holê. Tiştê ku Xwedê negotibe jî bi bal Xwedê ve nespartiye. Ji ber vê ye ku Xwedê Teala wiha ferman dike: “Kî bi gotina Qasid bike, teqez wî bi gotina Xwedê kiriye…”[5]