Pirs: Pîreka ku zarokê wê çênebûbin û zarokê hewiya xwe li ber navê xwe qeyd kiribe, piştre ji mala bavê wê mîrat jê re bimîne, ji vî zarokî re jî mîrat dikeve yan na? Eger bikeve jî para wî çiqas e? An jî mîna zarokê ku bi ewladî hatibe girtin tê hesibandin?
Bersiv: Tu mafê wî zarokî di wê mîratê de tuneye. Lê eger hûn bixwazin tiştek ji mîratê bigihîje wî zarokî, bi rêya wesiyatê û bi şertê ku ji sêyeka mîratê ne pirtir be, hûn dikarin wesiyet bikin. Ê mayî, ji mîratxwerên mirî re dimîne. Ev jî heye: Jixwe di dînê me de ewladgirtin tuneye.