Pirs: Tê gotin ku nêzî rabûna qiyametê, Îsa aleyhiselam careke din dê were dinyayê. Gelo Hezretî Îsa dê ji asîmanan dakeve yan jî ruhê wî dê di yekî ser rûyê erdê de diyar bibe?
Bersiv: Li gorî Qur’ana Pîroz, Îsa aleyhiselam ne sax e, Xwedê Teala ruhê wî girtiye:
“Xwedê got: Hey Îsa! Bêguman Ez ê te bimirînim û Ez ê te rakim cem xwe. Ez ê te ji yên kafir pak û paqij bikim. Û ew ên ku dane pey te, heta roja qiyametê Ez ê wan bi ser ên kafir bixim. Piştre, vegera we bi bal Min ve ye. Di bara ya ku hûn bi hev ketine de Ez ê di navbera we de hukum bikim.”[1]
“(Îsa dê bêje:) Bi tenê tiştê ku Te emrê min pê kir, min ji wan re got: ku ji Xwedayê ku perwerdegarê min û perweredegarê we ye bi tenê re bendetiyê bikin. Heta ku ez di nav wan de bûm, ez li ser wan zêrevan bûm. Çi gava Te ez mirandim, êdî Tu li ser wan çavdêr bû. Jixwe Tu li ser her tiştî bîner î.”[2]
Di ayeteke din de Xwedê Teala radigihîne ku pêxemberê xwe Îsa aleyhiselam ji destê Cihûyan rizgar kiriye. Lewra dixwestin ku wî li çarmixê bixin.
“Bi sedema ku digotin: “Bêguman me pêxemberê Xwedê, Îsayê kurê Meryemê Mesîh kuşt.” Hal ev e ku wan ew nekuştiye, ne jî ew li çarmixê daye. Lê belê (kuştî) ji wan re hat şibandin. Bêguman ew ên ku ketine îxtîlafê, derbarê (kuştina) wî de biguman in. Ji gumanê pêştir qet zanîna wan bi tiştekî din tune ye. Birastî jî wan ew nekuştiye. Xwedê ew hildaye cem xwe. Xwedê serdest e, karbinecih e.”[3]
Gelek alimên Îslamê, ji îfadeya “Xwedê ew hildaye cem xwe” ya ku di vê ayetê de dibore, angaşt kirine ku Îsa aleyhiselam nemiriye. Li gorî wan, Xwedê Teala bi qudreta xwe ew hildaye cihê wî yê taybet li ezmanên manewî, beriya qiyametê dê dîsa wî bişîne rûyê erdê. Lê Xwedê Teala di herdu ayetên ku li jor borîn de bi awayekî zelal diyar kir ku Îsa aleyhiselam miriye. Wekî din jî di ayeta yekem de îfadeya “Ez ê te rakim cem xwe”, piştî “Ez ê te bimirînim” tê. Ango “Ez ê te bimirînim û Ez ê te rakim cem xwe”.
Mîna ku ji vê ayetê tê fêhmê Xwedê Teala, gava ecelê Îsa aleyhiselam hatiye ew mirandiye û ruhê wî rakiriye cem xwe.
Hedîsên ku hatina Îsa aleyhiselam beriya rabûna qiyametê radigihînin hene. Hedîsek jê wiha ye:
“Ez bi Xwedayê ku ruhê min di destê wî de ye qesem dikim ku Îsayê kurê Meryemê, dê wekî serwerekî dadwer dakeve nav we, xaçê bişikîne, beraz bikuje, cizyê rake, ji Îslamê pê ve tu tiştekî din qebûl neke. Dewlemendî dê gelek pir bibe ku tu kes êdî dê lê nenihêre. Lê belê secdeyek, dê ji dinyayê û ji yên tê de bi xêrtir be.”[4]
Mijara sereke di vê û yên mîna vê hedîsê de ev e: Îsa û Mehdî dê werin û Muslumanên ku di nav zehmetî û buhranan de li hev gêj bûne, rizgar bikin. Heta di hedîseke din zêdeyiyeke wiha derbas dibe: “Çawa firaqa avê bi avê tije dibe, rûyê erdê jî dê bi aştiyê tije bibe. Yekîtiya dînan dê pêk were û êdî ji Xwedê bi tenê re dê bendetî were kirin.”[5]
Eger meriv bala xwe bidê kuştina beraz, şikandina xaç, rakirina cizya ku ji xeyrimusluman tê girtin û her kesî bike misilman ji tiştên tê angaşkirin ku Îsa aleyhiselam gava dîsa were dinyayê dê bike, tu mînakeke wê di Qur’anê tune ye. Wekî din jî peywira ku însanan bi darê zorê bikin misilman ji tu pêxemberî nehatiye dayin. Erka wan, bi tenê ragihandin e. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Wezîfa Pêxember, tenê ragihandina peyama Xwedê ye.”[6]
“Eger Xwedayê te bixwesta, çiqas kesên li ser erdê hene dê hemûyan bawerî bianîna. Erê ma tu yê li mirovan kotekiyê bikî, da ku baweriyê bînin?”[7]
“Di dîn de zordarî tune ye![8] Birastî serwextî (ya di dîn de) ji rêşaşiyê hatiye kifşkirin. Naxwe kî ku Taxûtî înkar bike[9] û bi Xwedê baweriyê bîne, teqez wî xwe bi qulpa saxlem (û asê) girtiye ku qetandin jê re nîn e. Xwedê bihîzer e, zana ye.”[10]
Gelek alimên Îslamê, bi sedem ku ev hedîs di Kutubê Sitte (şeş berhemên hedîsê yên navdar) diborin, qebûl kirine. Desthilatiya amadekarên (Buxarî, Muslim, Ebû Dawûd, Nesaî, Tirmizî, Îbn Mace) van berheman, di rexnekirina van riwayetan de bûye asteng.
Hedîsên bi vî şeklî, çiqas seneda wan sehîh bin jî ev angaştên han ji aliyê metnê ve bi Qur’anê re yekgirtiyekê pêk nayinin. Lewra di Qur’ana Pîroz de hatiye ragihandin ku pêxember mizgînber û hişyarker in:
“Tu, bi tenê hişyarker î. Bêguman Me tu, digel heqiyê (bi Qur’anê) mizgînber û hişyarker şandî. Tu miletek tune ye ku hişyarkerek ji bo wan nehatibe.”[11]
“Eger ew berê xwe jê vegerînin, bizanibe ku Me tu li ser wan wekî çavdêr neşandiyî. Erka te, bes ragihandin e. …”[12]
“Eger Xwedayê te bixwesta, çiqas kesên li ser erdê hene dê hemûyan bawerî bianîna. Erê ma tu yê li mirovan kotekiyê bikî da ku baweriyê bînin?”[13]
Baweriya bi hatina Îsa aleyhiselam beriya qiyametê, kirine mijareke baweriyê. Halbukî alimên vê angaştê dikin, dibêjin ku bawerî bi hedîsên ahad nayên diyarkirin. Hedîsên ku hatina Îsa aleyhiselam radigihîn jî ahad in.
Di encamê de divê ku misilman dev ji hêviya ku “çawa be dê Îsa were û dinyayê xelas bike” berdin û bo Îslamê bi temamê hêz û qaweta xwe kar û xebatê bikin. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Bêguman, heta miletek ya li cem xwe neguherîne, Xwedê, ya ku daye wî miletî naguherîne.”[14]
“Ji însên re ji kar û kiryarê wî pê ve tiştekî din jê re nîn e.”[15]
[1] Alî Îmran, 3/55.
[2] Maîde, 5/117.
[3] Nîsa, 4/157-158.
[4] Buxarî, Enbiya, 50; Msslim, Îman, 71; Tirmizî, Fiten, 54.
[5] Îbn Mace, Fiten, 33.
[6] Maîde, 5/99.
[7] Yûnus, 10/99.
[8] Xulasa dîn, bawerî ye. Bingeha baweriyê qebûlkirina ji dil ango tesdîqkirina bi qelb e. Rastdêrana dil jî bi tenê meriv û Xwedê pê dizane. Ew der, cihê herî azad e bo meriv. Ji vê bonê li tu kesî kotekî nayê kirin bo pejirandin an jî mandelkirinê. Bi zorê, îbadet jî nabe. Lewra di îbadetan de niyet şert e. Cihê niyetê jî dil e. Niyeta ku ji dil neyê kirin ne meqbûl e. Ji ber ku niyet bi zorê nayê pêkanîn, îbadet jî nayê kirin.
[9] Li ber ên ji rê derketine, serî netewîne.
[10] Beqere, 2/256.
[11] Fatir, 35/23-24.
[12] Şûra, 42/48.
[13] Yûnus, 10/99.
[14] Re‘d, 13/11.
[15] Necm, 53/39.