Pirs: Gelo dînê me di mijara de seza û bexşandinê de çi emir dike? Ma hergav efûkirin, dibe sedema encamên ne baş?
Bersiv: Di dînê me de bexşandin hatiye şîretkirin. Li aliyê din efûkirin nabe para her kesî. Di der barê vê yekê de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ew ên ku malên xwe di destfirehî û tengasiyê de xerc dikin; hêrsa xwe dadiqurtînin û li mirovan diborin (di îmtihanê de bi ser dikevin). Xwedê ji qencîkarên rast û durist hez dike.” (Alî Îmran, 3/134)
Lê belê ev helwest, nayê wateya ku mirov kesên şaşiyan dikin hişyar neke û dema pêdivî hebe wan seza neke. Lewra hin caran hewcedarî bi cezadayinê jî çêdibe:
“Heke hûn bixwazin ceza bidin, bi qasî ya ku li we hatiye kirin ceza bidin. Heke hûn xwe ragirin, helbet ew ji sebirkêşan re hê çêtir e.”( Nehl, 16/126)
“Cezayê xerabiyekê bi xerabiyeke eynî mîna wê ye. Lê belê kî ku bibore, aştiyê saz bike teqez xelata wî Xwedê dide. Lewra Ew, ji zaliman hez nake.” (Şûra, 42/40)
Bi kurtasî divê mirov li gorî şert û mercan –çi ji aliyê zeman çi jî ji aliyê cî ve– tev bigere. Lewra herdem efûkirin, dibe ku encama mirov daxwaz dike dernexe holê. Ji ber vê yekê, Xwedê Teala esas û prensîbên hişyarkirin û cezadayinê ji bo rewşên pêwîst fêrî me kiriye. Ji lewra divê mirov li gorî wan hereket bike.
Ji kerema xwe re serî li navnîşana jêr jî bidin:
www.fetva.net/cezalar/yapilan-yanlislari-surekli-affetmek-bizi-yanlis-sonuclara-mi-goturur.html