Pirs: Ma flort, zina ye? Ma meriv bi destê hev bigere, bi hev re bimeşe di bin kîjan kategoriyê de tê nirxandin?
Bersiv: Ji gunehên mezin yek jê jî zina ye. Ne ku kirina wê, belbî nêzîkatiya bi bal jî ve hatiye qedexekirin. Di vê meseleyê de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Nêzîkî zinayê mebin. Lewra ew, karekî pir kirêt û rêyeke pir pîs e.”[1]
Zina, ku mêr û jineke biyanî ango di navbera wan de nîkah nehatibe birîn, bi hev şa bibin. Ji bilî vê, nîşandana helwestên mîna bi destê hev bigirin, bi hev re bimeşin û hwd. meriv nêzî zinayê dikin û bi ayeta li jor borî hatine heramkirin.
Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ji zilamên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin. Lewra ev, ji bo wan çêtir e. Bêguman Xwedê ji ya ku ew dikin agahdar e.
Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin…”[2]
Di ayetê de têkilatiya ku di navbera nihêrtin û parastina cihê şermgehê de hatiye saz kirin, girîng û balkêş e. Lewra her tişt bi awir û nihêrtinê dest pê dike. Nirxandina Pêxemberê me (s.a.w) ya di vê meseleyê wiha ye:
“Zina çavan, nihêrtin e.”[3]
Ji ber van sedeman, çawa ku em xwe ji zinayê diparêzin divê ku em xwe ji tiştên meriv bi bal zinayê ve nêz dikin jî dûr bigirin.