Pirs: Hin pirsgirêkên min bi xwesûya min re hene. Em bi hev re derbas nakin. Ji vê bonê navbera min û mêrê min jî xera dibe. Bi tiyê xwe re ez pênc salan li cem xwesûya xwe mam. Salê çar mehan li ba min diman. Tiyê min zewicî, naxwaze dê û bavê wî li cem bin û dibêje hûn li wan binihêrin. Bê riza min, mêrê min dikare li nihêrtina wan, min mecbûr bike? Ma ez mecbûr im ku xizmeta wan bikim? Tiyê min, digel ku dê û bavê wî ne, wan naxwaze? Çima ez ê xizmeta wan bikim?
Bersiv: Mêrê we, ne mecbûr e ku bi diya xwe re di heman malê de be. Lê belê mecbûr e ku lê binihêre û hewcedaryên wê temîn bike. Pêkanîna hemî hewcedariyên dê û bav di stûyê zarokan de ye. Di Qur’anê de piştî baweriya bi Xwedê, beriya her tiştî qenciya bi dê û bav hatiye fermankirin. Di vê meseleyê de Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Perwerdigarê te ferman kiriye ku hûn, bi tenê ji Wî re îbadetê bikin û bi dê û bavê xwe qenciyê bikin. Vêca eger yek ji wan an jî herdu li cem te kal bibin; ji wan re nebêje “Of” û guhnedêriya wan neke û ji bo wan gotineke xweş û germ bibêje.
Wan bixe bin perê dilovaniya xwe û bibêje: Xwedayê min! Çawa ku wan di zarokantiya min de bi dilovanî ez xwedî kirim, Tu jî li wan dilovaniya xwe bike!
Perwerdigarê we, bi ya ku di dilên we de ye, baş dizane. Eger hûn qenc bin, bizanin ku Xwedê, ji bo yên ku rûyê xwe ji xerabiyan vedigerînin û berê xwe didin tobê, pir bexşîner e.”[1]
“Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike. Me li însan ferman kir ku: Hem şêkiriya Min, hem jî şêkiriya dê û bavên xwe bikin. Veger, tenê bi bal Min ve ye.
Eger ew zorê bidin te, da ku di heqê ya zanîna te pê tune ye, tu ji Min re bikî hevpişk, bi gotina wan meke! Li dinyayê bi wan re xweş derbas bike. Bide rêya kesê ku berê xwe daye Min. Paşê vegera we bes bi bal Min ve ye. Wê çaxê ya ku we dikir, Ez ê we pê agahdar bikim.”[2]
Divê hûn jî rewşa mêrê xwe fêhm bikin. Di encamê de ji hevseran yek, dema ne dilşad û bextewar be, ew mal nameşe. Divê hûn vê yekê bizanibin. Li diya xwe û xwe bifikirin, eger hûn têkevin heman rewşê, ma hûn ê diya xwe biavêjin kuçeyê? Ma hûn ê bixwazin, çawa bi we re were tevgerkirin?
Hûn herdu, destên alîkariyê bidin hev. Hesab û plana ka hûn ê çawa jihev re bibin alîkar bikin; mêrê we, li dê û bavê xwe û hûn jî li xwesûya xwe. Hûn ne mecbûr in ku di heman malê de bijîn. Eger hûn ji bo riza Xwedê Teala, pê re xweş derbas bikin û jê re bibin alîkar, li hember wî karê we, Xwedê jî dê li dinyayê maleke mesûd, jiyaneke bextewar û li axretê jî -Xwedê hez bike- dê bihiştê bike para we.