Pirs: Ma ev hedîsa “Di gava xerabûna umeta min de kesê xwe bi suneta min bigire, xêra sed şehîdî jê re heye.” sehîh e?
Bersiv: Ev riwayeta ku di çavkaniyên sehîh ên hedîsê de nabore, di hin jêderan de bi neqla ji sehabiyên mîna Îbn Ebbas û Ebû Hureyre cig digire:
مَن تَمَسَّكَ بِسُنَّتِي عِندَ فَسادِ أُمَّتِي فَلهُ أَجْرُ مِائِةِ شَهيدٍ
“Kesê ku di gava xerabûna umeta min de xwe bi rêçika min bigire, xêra sed şehîdî jê re heye.”
اَلْمُتَمَسِّكُ بِسُنَّتِى عِنْدَ فَسَادِ اُمَّتِى لَهُ اَجْرُ شَهِيدٍ
“Kesê ku di gava xerabûna umeta min de xwe bi rêçika min bigire, xêra şehîdekî jê re heye.”[1]
Di derbarê van riwayetan de ji aliyê alimên hedîsê ve hatiye diyarkirin ku seneda wan “zeîf” û kesên ku di zincîra senedê de jî diborin “mechûl” (ango nenas in).[2]
Mebest ji peyva “rêçik”ê ya ku di riwayetên jorîn de dibore, rêya ku Pêxember (s.a.w) şopandiye. Ango rêya Qur’anê ye, rêya Îslamê ye. Ji ber vê yekê ne ku bi tenê di demên zor û zehmetiyan de belbî divê ku em her gav xwe bi wê rêyê ve bigirin da ku em rizgar bibin.
[1] Taberanî, el-Mu’cemu’l-Ewset, V, 315, jimara hedîsê: 5414; Munawî, Feydu’l-Qedîr, VI, 339, jimara hedîsê: 9171.
[2] Bnh. Îbn ‘Ediyy, el-Kamil fî Du‘afai’r-Rical, Daru’l-Fikr, Beyrût 1998/1409, II, 327; Îbn Hecer el-Eskelanî, Lisanu’l-Mîzan, Muessesetu’l-‘Ilmiyye li’l-Matbû‘at, Beyrût 1986/1406, II, 246.