Fetwayen Kurdi
Hukmê ‘emelkirina bi hedîsa zeîf çi ye?

Hukmê ‘emelkirina bi hedîsa zeîf çi ye?

Pirs: Ma ‘emelkirina bi hedîsa zeîf caiz e?

Bersiv: Hedîsên ku di berhem û pirtûkên hedîsê de cih digirin û bi navê “sehîh”, “zeîf” tên nirxandin, ne li ser esasê ka gelo mena wan hedîsan bi Qur’anê re çiqas li hev dike; belbî li gorî kesên di zincîra riwayetê de derbas dibin, sehîh an jî ne sehîh hatine binavkirin.

Hedîsa ku navê “sehîh” lê hatiya kirin, dibe ku li gorî seneda wê û zanyarê ku di pirtûka xwe de cih daye wê hedîsê, sehîh be, lê li gorî zanyarekî din ne sehîh be. Ji ber vê yekê ye ku divê pîvana sereke her gav Qur’an be. Ango eger hedîsek herçiqas ji aliyê senedê ve sehîh be jî lê mena wê rasterast li dijî Qur’anê be, divê ‘emel pê nayê kirin. Her wiha bi hedîsa ku seneda wê zeîf xuya dike lê mena wê muwafiqî Qur’anê ye, ‘emel tê kirin. Lê di berhemên hedîsê de di mijara ‘emelkirina bi hedîsên zeîf de li ser vê yekê pir ranewestine. Tiştê di wan de hatiye behskirin, di babetê hin kirin û îbadetên di Qur’anê de derbas nabin û bi rêya hedîsên zeîf hatine ragihandin ka ‘emel bi wan tê kirin an na? Birastî jî tiştên ku Subhî Salih di vê mijarê de gotine pir balkêş in: Em tewsiye dikin ku hûn bixwînin:

“Gotina “Emelkirina bi hedîsên zeîf di meseleya fedailu’l-‘emal (kirina karên baş) de caiz e” her kes radibe û rûdinê dibêje. Bi vê gotinê, hedîsên ku di riwayeta wê de sistayî hatiye kirin û hemî hedîsên ku li gorî wan ne sehîh in dixin bin vê beşê û bi vî awayî digel ku tu esasekî sabit û saxlem tune ye jî gelek prensîban li ser dîn zêde dikin. Ev gotin, digel ku bi sed salan di ser re derbas bûye jî ji dubarekirina gotina zanyarên ‘ilmê hedîsê yên herî navdar mîna Ehmed kurê Henbel, Ebdurrehman kurê Mehdî û Ebdullah kurê Mubarek pê ve ne tu tiştekî din e. Gotina van her sê Îmamên mezin wiha ye: “Dema me di mesela helal û heram de tiştek riwayet bikira, em gelek dijwar û di mijara fedail û yên mîna wê de em musamehakar tev digeriyan.”

Gotina van Îmaman bi duristî nehatiye fêhmkirin. Çawa ku di nerîna me de li hemberî hedîsa “sehîh”, hedîsa zeîf cih digire, her wiha mebesta wan ji gotina “em pir dijwar tev digeriyan” jî ne tiştekî ku wiha dijraberî hev be. Tevgera wan a bi tedbîr di riwayetkirina hedîsên di derbarê helal û heram de tê mena ku wan encax bi hedîsên di merteba herî bilind de cih girtine îhticac kirine û ew derece jî hedîsên ku di dema wan de ji aliyê her kesî bi awayê “sehîh” hatine navdayin. Dema tiştekî ne bi helal û heram ve belbî bi fedailan ve têkildar bû riwayet bikirina, hewcedarî bi tevgera bi tedbir û bi tenê hedîsên sehîh riwayet bikin, nedîtin. Li dijraberî vê, hedîsa “hesen” ya di bin dereceya sehîhê de tê qebûlkirin di zemanê wan de hîn wekî termekî nedihat zanîn. Herçiqas hedîsa hesen di piştî wan de ji aliyê dereceyê ve di ser hedîsên zeîf re bê dîtin jî di îstilaha pêşiyan de wekî beşeke ji hedîsên zeîf dihate pejirandin. Eger meriv gotina van Îmaman di fedailu’l-‘emal de bi awayê duristiya riwayetkirina hedîsên di bin mertebeya yên sehîh de ne, fêhm bikira, dê dubarekirin û neqla gotina wan a “di fedailu’l-‘emal de ‘emelkirina bi hedîsên zeîf caiz e” ji wan re xweş nehata.

Di vir de guman tune ye ku -di çarçoveya dîn de- hedîsên zeîf bi tu awayî nabin esas ji bo hukmekî şer‘î yan jî fezîleteke exlaqî; lewra guman, li hemberî rastiyê tu tiştekî îfade nake. Mîna ehkaman, fezîlet jî ji bingehên dînî yên sereke ne. Ji ber vê yekê ne durist e ku ev prensîb di binyadeke pûç de li ber kendalekî ku wê paramparçe bibe, were avakirin.

Di derbarê îmkana riwayetkirina hedîsên zeîf di mijara fedailu’l-e’mal de şertên ku yên musamehakar tev digerin herçiqas pir bin û munasib bin jî ji ber sedemê ku em ê bibêjin em vê qebûl nakin. Mîna ku tê zanîn ev şertên han sê heb in:

1. Hedîsa ku tê ragihandin divê ne pir zeîf be.

2. Divê ji Qur’an û sunetê xwe bispêre eslekî.

3. Divê ne muxalifî delîleke ji xwe bi hêztir be.

Em riwayetkirina hedîsa zeîf –digel van şertan jî-, qebûl nakin.

Di destê me de çi di mesela hukmên şer‘î û çi jî di mijara fedailan de be, gelek hedîsên sehîh û hesen hene ku hewcedariyê bi yên din nahêle. Bi tu awayî –digel pirbûna van şertan jî- baweriya me bi sabitbûna hedîsên zeîf nayê. Eger wiha bûna, ma me tu carî jê re digot zeîf? Di encamê de em dikin nakin nikarin xwe ji gumana di derbarê hedîsên zeîf de xwe rizgar bikin. Jixwe di dîn de tiştên ne yeqînî bin tu qîmetek ji wan re tune ye.”[1]



[1] Subhî es-Salih, Hadis İlimleri ve Hadis Istılahları, Wergêr: M. Yaşar Kandemir, çapa 4’mîn, Weşanxane Ankara 1986, rp. 177-180.