Pirs: Li gorî ku Qur’an gotina Xwedê ye, duayên ku di Qur’anê de çi ne? Wekî mînak di sûreyê Fatihe ango di ayetên ku kelamê Xwedê ne “em bi tenê ji Te arîkariyê dixwazin, rêya rast û durist nîşanî me bide” û hwd. derbas dibin. Em ê ayetên bi vî rengî çawa fêhm bikin?
Bersiv: Duayên di Qur’anê de duayên mînak in ji bo bawermendan. Ango Xwedê Teala radigihîne ku bawermend bi wan duayan dikarin jê lavayiyan bikin.
Cihdayîna hevokên duayê ji nişka ve di sûreyê Fatiheyê de, şêwazekî ku gelek caran di Qur’anê de derbas dibe. Di zimanê ‘Erebî de ji vê re hunera iltifatê tê gotin. Di dema axaftinê de muxateb ji nişka ve diguhere. Ev, li gorî rê û rêbaza zimanê ‘Erebî ye. Bi sedema ku muxatebên pêşîn ‘Ereb bûn, Qur’an bi zimanî ‘Erebî hatiye hinartin. Ji ber vê yekê bikaranîna cureyên wêjeyî di Qur’anê de gelekî asayî ye. Muşrikên Mekkeyê dema ev ayet bihîstin gelo çima negotin “di vir de bêahengiyek heye.” Nikaribûn bigotina, lewra ew jî ji vê hunerê agahdar bûn. Axaftina li ser mijarên bi vî awayî -bêyî zanîna zimanê ‘Erebî û agahiya di der barê vî cureyê edebî de- tiştekî şaş e.