Pirs: Pirsa min di der barê xwendina “dad”ê de ye. Hin seyda û hafizên herêma Stenbolê bi awayê welezzallîn dixwînin. Lê belê ‘Ebdussemed, Mustefa Îsmaîl û temamê mamosteyên din weleddallîn dixwînin. Ev pirsgirêk di dema Îmam Suyûtiyê ku ji mamosteyê zimanê ‘Erebî ye de jî hebûye û gotiye ku “xwendina bi awayê za teqez şaş e.” Wê gavê kîjan xwendin rast e? Ma em bidin pey kê?
Bersiv: Pirsgirêka ku we behsa wê kir, ji bo yên ku ne ‘Ereb in û alfabeya ‘Erebî bikar nînin arîşe ye. Wekî mînak tîpên (خ ح ه) yên ‘Erebî, em di zimanê Turkî de ji bêgavî bi tenê bi tîpa “H” dinivîsin. Halbukî ev, tîpên bi temamî ji hev cuda ne û hin caran ji aliyê wateyê ve ji hev dûr dikevin. Heman tişt ji bo tîpên (د ط ض) jî derbas dibin. Gava mirov van her sê herfan bi dengê tîpa “D”ê bixwîne, kêmasiyek derdikeve holê.
Hûn bala xwe bidin xwendevanên ‘Ereb û li gorî qurrayên wan bixwînin. Lewra bi taybetî jî gava mirov kelîmeya (ولا الضالين) ya ku di dawiya Fatîheyê de derbas dibe bi awayê (ولا الظالين) bi “za”yê bixwîne di vî halî de wate: di dewsa “me nexe rêya rêşaşan”, dibe “me nexe rêya yên xwe dane ber siyê.”