Pirs: Ma divê goristan li der an jî li hundirê bajêr be? Ji aliyê dînî ve kîjan munasibtir e? Di derbarê vê mijarê de min li nûçeyekê temaşe kir. Di nûçeyê de gel, ji ber ku goristan li nav bajêr ava kiriye şaredariyê rexne dikin. Rexne, herwekî ku mirin dê neyê pêşiya mirov sersar in. Min li ser înternetê nivîsek xwend: “Di dema Osmaniyan de xanî û tax li derdora mizgefteke mezin dihatin avakirin. Hebûna goristanê li hewşa malê, goristanên bajêr ên mezin jî ne li derveyî bajêr; belbî avkarina goristanê li cihê ku tevgera ji bo jiyanê herî zêde lê dixuye, mijara têkiliya jiyan û mirinê radixe ber çavan. Sedemê ku goristan bûne baxçeyên serwê, lale û erxewanan jî da ku mirin her dem di hişê mirov de zindî, nû û sax be. Ji aliyê din ve nêzîkatiya xanî û goristanê ji bo hişyariya dil û hişê mirov hem nîşan e hem jî bibîr dixe ku koçkirina ji warên fanî bi bal cihê ku konaxa cîhana ebedî ye bê ka çiqas kin, çiqas zû dibore û ya girîng ku mirov warê xwe yê axretê ava bike.” (Turgut Cansever, İslam’da Şehir ve Mimari)
Bersiv: Avakirina goristanê li der bajêr ne ferman an jî tewsiyeke dînî ye. Goristana Beqî’ (Cennetu’l-Beqî’) ya ku li Medîneyê ye û ji serdema Pêxemberê me ve hatiye bikaranîn, biqasî 50 m dûrî mala Pêxemberê me bû. Ev jî dide nîşandan ku dibe goristan li nêzî mala bin.
Ji xeyrî vê, definkirina Pêxemberê me (s.a.w), Ebû Bekir û Umer (x.j.q) her sê jî li ber hev li mala ku Pêxemberê me lê dijiya, mirov dikare wekî delîleke din bipejirîne.
Ji lewra tesbîtên ku di berhema navborî de derbas bûn, rast in.