Pirs: Di sûreyê Alî Îmran ayeta 81an tê ragihandin ku Xwedê Teala ji pêxemberan peyman girtiye. Ew jî, dema qasidekî nû were û kitêba pêxemberê berê rast bidêre, pêxemberê kevn dê bi qasidê nû baweriyê bîne û jê re bibe arîkar. Lê ev rewşa li jêr aqlê min tevlîhev dike: Ma Nebî piştî wefat bikin jî bi awayekî ku em fêhm nekin, dê li vê dunyayê arîkariya qasidê nû bikin? Ji ber ku ne pêkan e di heman demê de gelek pêxemberên ku kitêb ji wan re hatine hinartin, hebin (an jî min heta niha tiştekî wiha nebihîstiye û jixwe ev ji konteksa ayetê dûr xuya dike) gava qasidê nû tê û pêxemberê berê rast didêre; ma pêxemberê kevn dê çawa arîkarya qasidê nû bike û wî tesdîq bike?
Bersiv: Em tewsiye dikin ku hûn Nivîsa li jêr bixwînin. Lewra ev nivîs, bersiveke berfireh e ji bo pirsa we:
“Temamê pêxemberan, Kitêbên îlahî yên berê tesdîq dikin. Ev, her wekî belgeyekê ye ji bo pêxemberiya wan. Ev ayet ji vî aliyî ve girîng e:
“Roja ku Xwedê peyman ji pêxemberan girt, ji wan got: Dema Min Kitêb û hîkmet da we, paşê qasidek ji we re bê û ya ku bi we re ye jî rast bidêre, teqez divê hûn baweriyê pê bînin û piştevaniya wî bikin.” (Alî Îmran, 3/81)
Mîsak/peymana ku di ayeta jorîn de derbas dibe, peymana ku bi navgîniya pêxemberan ji civakên wan hatiye girtin. Mirovan, bi baweriya bi Kitêba di destê xwe de ev peyman dane. Ev peyman, ji bo yên bi kitêbeke îlahî girêdayî ne û li benda hatina pêxemberekî ne dema pêxemberekî ku kitêba di destê wan de rast didêre hat bar û berpirsyariya bawerî û piştevaniya wî li wan bar dike. Ji ber vê berpirsyariyê ye ku li ehlikitêban şîret hatiye kirin ku nebin yên di serî de wî mandel dikin. (Beqere, 2/41) Dîsa ji ber vê ye ku hatiye ragihandin heke baweriyê bi qasidê ku Kitêba di destê wan de ye rast didêre baweriyê bînin, dê du qat xêr û sewab ji wan re were dayîn. (Qeses, 28/54) Ev berpirsyarî, ji bo temamê ehlikitêbên ku hîn bi Qur’anê bawerî neanîne re heye. Bikaranîna bêjeya resûl di ayetê de divê ku girîngiyeke wê ji vî aliyî hebe. Lewra mirov, peymana ku bi Kitêba îlahî ya di destê wan de dane hem bi rêya pêxemberekî hem jî bi rêya resûlekî ku Kitêba Xwedê teblîx dike dikarin bînin cih.
Resûlê ku kitêba di destê wan de ye rast didêre, ji bo kesên ku ne hevdem û muxatebên Qasidê Xwedê ne, mirovên ku Qur’anê radigihîn in. Ev, di encamê de tê wateya ku yê tesdîq dike Qur’an e. Di rastiyê de jî pêxemberê ku kitêb jê re hatiye dayîn, bi sedema ku bi wesfê resûltiyê kitêbê radigihîne yê museddiq hem resûl hem jî kitêb bi xwe ye. Ev herdu ayet vê yekê didin nîşandan:
“Di dawîyê de ji cem Xwedê kitêba ku ya di destê wan de rast didêre hat. Berê jî hêvî dikirin ku bi vê li hemberî kafiran dê pêşiya wan vebibe. Vêca çi dema ew Qur’ana ku wan berê pê dizanî ji wan re hat, ew mandele kirin, êdî laneta Xwedê li wan kafiran be!” (Beqere, 2/89)
“Çi dema ji cem Xwedê qasidekî ku kitêba di destê wan de ye rast didêre ji wan re hat, komek ji yên ku Kitêb ji wan re hatiye dayîn her wekî ku nizanibin kitêba Xwedê di ser guhê xwe re diavêjin.” (Beqere, 2/101)
Dema em li ser herdu ayetên jorîn bihizirin, diyar dibe ku bêjeya kitab û resûl bi heman wateyê ne. Lewra hatina “qasidekî ku kitêba di destê wan de ye rast didêre”, encax bi Kitêbê guncav e. Li gorî ku qasid kitêbê radigihînin (Maîde 5/67, 92; Nehl 16/35, 82; E’raf 7/62, 68, 79, 93; Hûd 11/57; Ehqaf 46/23; Ehzab 33/39), hatina wan, tê wayeta hatina kitêbê ango rîsaletê. Di ayeta 89an ya borî de tê ragihandin ku ehlikitêb bendewarî hatina pêxemberekî ne, hêvî dikin ku bi hatina wî pêxemberî li hemberî kafiran dê hêzekê bi dest bixin, dema ew pêxemberê ku li benda wî bûn hat û digel ku dizanibûn ew e jî ew mandele kirin. Bi tesdîqkirina Qur’anê kitêba di destê wan de yên ehlikitêb dizanin û têdigijin ku ew, pêxemberê li hêviya wî ne û qasidê Xwedê ye., Lewra ji bo pirsa yên ku ji Resûlullah mucîze dixwestin tê bibîrxistin hebûna ayetên Qur’anê yên ku kitêba di destê wan de tesdîq dike wekî delîlê têr dike û wiha bersiv tê dayîn:
“Xwendina te ya ji wan re ji kitêba ku Me ji te re hinartiye ma ne besî wan e?” (‘Enkebût, 29/51)
Tesdîq, dibe ku ne bi temamî be. Lewra pêkan e ku kitêbên îlahî, beşeke ji kitêbên berê bi ya bi xêrtir nesix bikin. Îsa (a.s), dibêje ku ez hem ji bo ku Tewratê rast bidêrim û hem jî hin tiştên li we qedexe ne helal bikim hatime şandin:
“Ji bo ku ez Tewrata li ber destê xwe rast bidêrim û hin tiştên ku li we heram bûbûn ji we re helal bikim hatim. Min ji bo we ji nik Rebbê we belgeyek jî anî. Naxwe ji Xwedê bitirsin û bi gotina min bikin.” (Alî Îmran, 3/50)
Tesdîqa Qur’anê ya kitêbên beriya xwe, tiştê ku di wan kitêban de heye û Qur’anê bi mislî nesix kiriye. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ev kitêba ku ji bo kitêbên beriya xwe rastdêr e û li ser wan çavdêr e, Me bi heqî bi bal te ve hinart. Êdî di navbera wan de li gorî ya ku Xwedê ji te re hinartiye hukim bide. Dev ji heqiya ku ji te re hatiye bernede û nede pey hewesên wan.” (Maîde, 5/48)
Dubarebûna bêjeya Kitabê di ayeta jorîn de vê yekê dide nîşandan. Ango Qur’an, kitêbên beriya xwe bi qasî ayetên ku tê de hene tesdîq dike. Bêjeya “muheymin” ya ku di ayetê de dibore jî piştgiriya vê yekê dike. Çavdêrî/muheymintiya Qur’anê li ser kitêbên berê, di wateya ku di mijara ka di kitêbên berê de kîjan ayetên Xwedê an na xwediyê gotina dawî ye. (Zemahşerî, el-Keşşaf, II, 246) Qebûlkirina Qur’anê, di wateya pejirandina tememê kitêbên îlahî de ye. Jixwe baweriya bi temamê pêxember û kitêban jî encax bi vî awayî pêkan e.
Di encamê de Qur’anê beşeke mezin ji kitêbên berê tesdîq kiriye. Ev nesxa bi mislê ye. hin hukmên ku di kitêbên berê de jî bi ya xêrtir nesix kirine. Wekî din Qur’anê, mijarên ku di kitêbên berê de hatibûn veşartin an jî di der barê wan de gengeşî hatibûn kirin jî aşkere kirin.”
JÊDER: Fatih Orum, Kur’an ve Sünnet Temelinde Kur’ân’ı Anlama Usûlü, Weşanên Weqfa Süleymaniye, Stenbol, 2013, rp: 137-140.