Pirs: Ma ji sûreyê Hedîd di ayeta 19an de tê vegotin ku siddîq û şahidên rastîn kesên ku bawerî anîne, yan jî kesên ku bawerî anîne di mertebeya siddîq û şahidan de ne?
Bersiv: Xwedê Teala di ayeta ku hûn behsa wê dikin de wiha ferman dike:
“Ew ên ku bi Xwedê û qasidên Wî bawerî anîne, ha ew in yên ku li cem Rebbê xwe siddîq û şahid in.”
Siddîq, kesê ku peyv û gotinên wî rast in. Yên ku didin pey dînê Îslamê; kesên ku kesaniya xwe diparêzin, bi sedema ku rast e jî vî dînî dipejirînin. Xwedê Teala di der barê van kesan de wiha ferman dike:
“Bê guman ew ên ku dibêjin: ‘Rebbê me Xwedê ye’, paşê xwe rast û durist dikin firîşte bi ser wan de tên û ji wan re dibêjin: ‘Netirsin, xemgîn mebin û bi wê bihuşta ku soza wê ji we re hatiye dayîn dilşad bibin!’
Em li jiyana dunyayê û li axretê jî dost û piştgirên we ne. Di bihuştê de ji her tiştê ku dilê we bibijiyê heye. Di wir de ji her tiştê ku hûn bivên ji bo we heye.
Ev, ji aliyê Xwedayê gunehjêbir û dilovîn ve qedirgirtin û mazûvaniyek e.
Erê ma ji gotina kesê ku xelkê gazî bal Xwedê ve dike, kar û kiryarên qenc dike û dibêjê ku: ‘Ez ji Misilmanan im’ bedewtir kîjan gotin heye?” (Fussilet, 41/30-33)
Kesên ku nadin rêya Îslamê, her dem di şik û gumanê de ne. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Avahiya ku wan lêkiribû, ew ê her di dilê wan de kana gumanê be. Ev rewş, heta ku dilê wan parçe parçe bibe dê dewam bike. XwedêʿElîm e, Hekîm e.” (Tewbe, 9/110)
Şahidî jî ku mirov bikaribe bibêje “eşhedû”. Ango tiştên ku mirov bawer dike, bi awayekî vebirî wekî ku bi çavê xwe dîtibe û bi destê xwe girtibe bizanibe. Xwedê Teala belgeyeke ku her qasid bikaribini pê qasidtiya xwe îsbat bikin daye wan. Bi sedema ku teqlîda wan ne pêkan e, ji wan re mucîze tê gotin. Kesê mucîzeyê dibîne, wekî bi çavê xwe dîtibe ewle dibe ku Xwedê Teala erka qasidtiyê daye wî. Ji ber vê ye ku em dibêjin “Eşhedu enne Muhammeden ‘ebduhu ve resuluh” ango “Ez şahdeyiyê didim ku Muhemmed bende û qasidê Xwedê ye.” Lewra her mirovê Qur’ana ku belgeya qasidtiya wî ye bixwîne û fêhm bike, bi hêsanî digihîje vê baweriyê. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Piştî ku rêya rast jê re aşkere bû, kî dijraberiya wî qasidî bike û ne di rêya bawermendan de here, Em ê wî di rêya ku berê xwe dayê de bihêlin û Em ê wî bixin dojehê. Ew çi warekî pîs e.” (Nîsa, 4/115)