Fetwayen Kurdi
Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye?

Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye?

Pirs: Ma di navbera rojiya me û rojiya miletên berê de cudahî heye?

Bersiv: Rojiya ku qedexeya xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî tê de heye ji aliyê hin kesan ve tê îfadekirin ku bi ayeta 183an ji sûreyê Beqere hatiye ferzkirin, piştre jî ji heman sûreyî bi ayeta 187an hatiye nesixkirin.  Wergara ayeta 183an wiha ye:

Gelî bawermendan! Ew Rojî, çawa ku li ser umetên beriya we hatibû ferzkirin, her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin. Dibe ku hûn xwe biparêzin.”

Li gorî riwayeta ku ji Îbn ‘Ebbas (x.j.q) hatiye ragihandin, rojî berê bi ayeta 183an ji sûreyê Beqere wekî ku li umetên pêşî hatibû ferzkirin ango tê de xwarin-vexwarin û munasebeta cinsî qedexe be hatibû ferzkirin, piştre bi ayeta 187an di şevên rojiyê de ev sînorên han hatin rakirin. Çend riwayetên ku hin sehabiyan -‘Umerê kurê Xettab (x.j.q) jî di nav wan de ye-  di şevên rojiyê de ev sînorên han bin pê kirine jî her wekî ku piştgiriyê didin vê yekê.

Bi rastî jî tê gotin ku ayeta 187an ji sûreyê Beqere hêmanên nesxê di xwe de dihewîne û di der barê vê mijarê de behsa hin riwayetan tê kirin. Bi kurtasî, di serî de di şevên rojiyê de di mijarên mîna xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî hin sînor û qedexe hebûne. Mirovê ku fitara xwe kir heta nimêja ‘eşayê yan jî heta ku razê xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî jê helal bû û ev rewş heta ku ayeta 187an hat hinartin wiha dewam kir. Gava ku ev qedexe ji aliyê hinan ve hat îxlalkirin bi ayeta rojîn hukmê ku di şerîeta berê de hebû hatiye rakirin û di şevên rojiyê munasebeta cinsî hatiye serbestkirin. Hin kes jî dibêjin ku di ayetên 183 û 184an di mijara dema girtina rojiyê û şert-mercên wê de; rojiya ku berê her mehê sê rojan dihate girtin û kesên ku hêza wan a girtina wê hebû dikaribûn di dewsa wê de fidye bidana piştre bi ayeta 185an bi awayê ku divê meha Remezanê bi rojî derbas bikin hatiye nesixkirin. Hebûna kesên ku dibêjn ayeta 183an nesix bûye bi rastî jî tiştekî balkêş e.

Gava ku bi hûrgilî li ayetê were mêzekirin mirov dikare bigihîje encama ku di babetê dema girtina rojiyê de di hundurê rojê de û hukmê munasebeta cinsî tê de nesix pêk hatiye. Îfadeya “أُحِلَّ لَكُمْ = ji were helal hatiye dêrandin” ya ku di ayetê de dibore her wekî nîşan bide ku ev hukmê han ji hukmê yên berê cuda ye.  Lewra hin kes hene dibêjin ku di ayeta 183an de rojiya ku mîna li yên berê hatiye ferzkirin ji aliyê hukum ve çawaniyê ve manendiyê di xwe de digre, nesxa vê rojiyê ji aliyê çawaniyê ve bi ayeta 187an “أُحِلَّ لَكُمْ = ji were helal hatiye dêrandin” pêk hatiye.

A rast temamê van tiştan bi metnê ayeta 187an li hev dikin. Îfadeya “أُحِلَّ لَكُمْ = ji were helal hatiye dêrandin” ya ku di ayetê de derbas dibe, nîşan dide ku hukmê nû ji hukmê şerîeta berê cuda ye. Îfadeyên bi rengê “ عَلِمَ اللَّهُ أَنَّكُمْ كُنتُمْ تَخْتَانُونَ أَنفُسَكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ وَعَفَا عَنكُمْ=  Xwedê bi we dizanî ku hûn bi kirinên xwe bi xwe re îxanetê dikin, vêca Xwedê tobeya we qebûl kir û hûn bexşandin” dide nîşandan ku hinan ev sînor derbas kirine, lê belê Xwedê Teala ev bexşandine. Her wiha ji îfadeya “فَالْآنَ بَاشِرُوهُنَّ وَابْتَغُوا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ = Di vê demê de herin nivîna hevserên xwe û li ya ku Xweda ji bo we nivîsiye bigerin.” jî tê fêhmê ku hukmekî nû hatiye.

Qasidê Xwedê û yên dane pey wî, divê ku li gorî şerîeta berê rojî girtibin. Lewra riwayetên di der barê vê yekê de ji her kesî ve malûm in. Ev, li Medîneyê bi ayeta 183an ji sûreyê Beqere; bi wehya Qur’anê dihate rastdêrandin. Îfadeya “أَيَّامًا مَعْدُودَاتٍ = di rojên malûm de” ya ku di destpêka ayeta 184an de derbas dibe dide nîşandan ku dema rojiya berê dihate girtin û bi Qur’anê jî hatiye tesdîqkirin, dihate zanîn. Bi ayeta 187an qedexeya di der barê xwarin-vexwarin û têkiliya cinsî ya di şevên rojiyê de berfirehiyek hasil bûye. Lewra hinên ku ev îxlal dikirin hebûn.

Jêder: Fatih Orum, Tasdik Tebyin ve Nesih, Weşanên Suleymaniye, Stenbol 2016, rp. 32-35.

Di navnîşana jêr de pirs û bersiveke di der barê di şerîetan de hevgirtin û berdewamî heye. Em tewsiye dikin ku hûn berê xwe bidinê:

www.fetva.net/yazili-fetvalar/peygamberler-hep-ayni-seyleri-mi-teblig-etmislerdir.html