Pirs: Em du bira û sê xwişk bi tevahî pênc kes in. Erseyeke ku ji bavê me mabû hat firotin. Lê belê ev erse heta demeke nêz erd bû. Ango di encama bajarbûyinê de bû erse. Ez dizanim ku erd ji aliyê şer‘î ve di navbera keç û lawan de bi wekhevî tê dabeşkirin. Heke ev agahiya min rast be, dabeşkirina pereyê ku ji cihê firotî hatiye bidestxistin dê di navbera keç û kuran de çawa bê teqsîmkirin? Ma dê wekî erd, bi wekhevî bê belavkirin an jî dê wekî erseyê were hesabkirin û kur bi qasî para du keçan bigrin? Birayê min ê din dixwaze bi awayê ku ji law re bi qasî para du keçan be were dabeşkirin. Ez dibêjim ku her çiqas ev mafê me be jî, divê em rewşa keçan jî bidin ber çavan û bila ji keçan re parek û ji lawan re par û nîv be. Dayika me jî bila bi qasî para keçan bigre. Heke ez di vî babetî de îsrar bikim û teqsîm bi vî awayî were kirin, bi sedema ku li ser vê yekê tam riza wî tuneye ma heqê birayên min ên din dikeve stûyê min?
Bersiv: Di dema Dewleta Osmaniyan de gel erdên xezîneyê diajotin/dişixulandin û kirêya erd didan. Bikaranîna van erdan piştî mirina kesên ku kirêger bûn li gorî daxwaza dewletê dihat kirin. Di demên dawî de mafê kirêkirin/şixulandina erdan wekî mîratê êdî întiqalî wêrisan kir û di navbera keç û kuran de bi wekhevî hat dabeşkirin.
Cihê ku we qala wê kir, çi erse dibe çi jî erd; bi sedema ku mulkiyeta wê li ser we ye nakeve bin hukmê ku li jor borî. Li gorî dînê me hûn ê wê bi bal heşt paran ve dabeş bikin. Ji dayik û her xwişkeke we re parek dikeve. Ji her birayekî re jî du par dikevin. Heke hûn bixwazin tiştekî zêde bidin dayik û xwişkên xwe, divê hûn ji para xwe bidin.