Pirs: Madem me Xwedê Teala kiriye şahidê marê, wê gavê çi hewcedarî bi şahidtiya malbatê heye?
Bersiv: Di mahrê de şahid jî têr nake, belbî divê gelek kes li wir hazir bin û wê zewacê bibînin. Xwedê Teala wiha feman dike:
“Ezebên xwe, bizewicînin…”[1]
“…Eger (jin) li gorî me‘rûfê[2] bi mêrê xwe re lihevhatinê pêk bînin, mebin asteng li ber zewaca wan. …”[3]
Ev û ayetên mîna van, kontrolkirina zewacê pêwîst didêrin. Ji vê bonê nîkaha ku bi tenê di hizûra du şahidan de tê birîn nabe mar, belbî divê were konltrolkirin û haya gelek kesên Musliman ji vê zewacê çêbibe.
Ji aliyê dînî ve jin û mêrekî ku di zewaca wan de tu pirsgirêk tune ye, heta ku mara xwe nebirin nikarin bi tena serê xwe li ba hev bimînin, bi dest hev bigirin û hwd. ev rê û rêzana han me daneniye; belbî rê û rêzanên ku ji aliyê Xwedê ve hatine destnîşankirin. Em ji bo îmtihan û ceribandinê hatine dinyayê. Di vê rewşê de temamê qayde û rêzanan Ew datîne, ne em! Erka me jî ku em li gorî wê rêyê bimeşin. Di axretê de dê diyar bibe ka kî bêhtir li gorî wê rêyê tev geriyaye û li gorî wê dê li hinekan dilovanî bike û hinekên din jî seza bike.
Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de di bin sernavê Nikâh/Evlilik de 4 nivîsên me hene. heke hûn wan nivîsan bihizir bixwînin, hûn ê bikaribin bersivên zelal û aşkere di derbarê pirsên xwe de bi dest bixin. Gava hûn nivîsên li ser meseleyên cihê welî di nîkahê de, nîkaha bê welî, nîkaha bi dizî bixwînin, hûn ê digel delîlan fêr bibin ku nîkah bi dizî nayê birîn, malbat nikarin bi darê zorê keçên xwe bidin zewicandin an jî nikarin bê sebeb bibin asteng li pêşiya zewaca wan û hwd.