Pirs: Pirsa min di derbarê mehrem û nemehreman de ye. Mîna kesên wekî xwişk û birayan di heman malê de dijîn wekî zarokên apan… digel ku em dizanin mahra wan li hev dibe jî li cem wan rihet tev digerin û meseleya nebikaranîna çarikê wekî tiştekî normal dibînin. Gelo di Îslamê de “jiyan û mezinbûna mîna xwişk û birayan” heye? Di vî warî tu hedîs an jî ayet heye?
Bersiv: Pîrekên bawermend li cem kê dikarin serê xwe vekin, bi ayetê hatiye daxuyandin. Xwedê Teala wiha ferman dike:
“Ji jinên bawermend re bibêje: Bila çavên xwe (ji heramiyê) bigirin û cihên şermegeha xwe biparêzin, ji beşa ku xuya dike pê ve -ew ne tê de ye- bila xeml û zîneta xwe dernexin der. Bila çarikên xwe berdin ser sîngên xwe. Bila xişrên xwe ji bilî mêrên xwe, bavên xwe, xezûrên xwe, kurên xwe, kurên mêrên xwe, birayên xwe, biraziyên xwe, xwarziyên xwe, jinên digel xwe, dîlên ku di bin destên wan de ne, ji mêran jî ew ên ketî ku tu pêdiviya wan bi jinan nemaye yan jî ew zarokên ku hêj negihane ku dilê wan biçe deverên veşartî yên jinan, nîşanî tu kesî din nedin. …”[1]
Tebîra “jiyan û mezinbûna mîna xwişk û birayan”di dînê me de tune ye. Ev, însanan ji ber xwe ve afirandine. Digel ku Xwedê Teala di Qur’anê de diyar kiriye ku hemî bawermend bira ne, bi tiştê li jor borî ferman li me kiriye. Pêxemberê (s.a.w) jî biraziyê xwe ‘Elî (x.j.q) di mala xwe de mezin kiriye, lê piştre bi keça xwe Fatîme (x.j.q) re zewicandiye. Zarokên apan ên ku di navbera wan de qedexeya zewacê tune be, mezinbûna wan mîna xwişk û birayan çênabe. Di mijarên wiha de divê meriv bi hizir be.